Li Melboûrneyê Kurdistanî û dostên wan bi mîtîngekê faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê KNK'ê Mahmût Kahraman got, ''Erdogan bi avakirina rejîmeke dîktator dixwaze şehînşahiya tirsê ava bike.''
ANF
MELBOÛRNE
şemî, 17 rezberê 2016, 12:27
Li meydana Federatîon Sqûarê ya Melboûrne ya Avûstralyayê bi pêşengtiya Bloka Aştî û Demokrasiyê desteserkirina şaredariyan û ji peywirê girtina mamosteyên Egîtîm Sen'ê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Di meşê de ku bi sedan Kurdistanî tevlê bûbûn, dirûşmên wekî ''Dewleta Tirk terorîst e'', ''ji bo mamosteyên Kurd azadî, ji Kurdistanê re azadî', ''Kî zarokan dikuje? Dewleta Tirk'', ''Kî Jinan dikuje dewleta Tirk'' û ''Bijî Serok Apo'' hatin berzkirin.
Di komcivînê de li ser navê KNK'ê Mahmut Kahraman, li ser navê Koma Ciwanên Azad Yagmur Rojîn Donmez û Serokê Sendîkaya Hîndekariya Bilind a Avûstralyayê Jeannîe Rea axaftineke kir.
'ERDOGAN DIXWAZE ŞEHÎNŞEHIYA TIRSÊ AVA BIKE'
Li ser navê KNK'ê Mahmût Kahraman got, ''Erdogan bi avakirina rejîmeke dîktator dixwaze şehînşehiya tirsê ava bike. Di rewşa ber dest de li Tirkiyê, faşîzma AKP'ê ya bi pêşengtiya Erdogan di dijminatiya Kurdan de sînoran nas nake.'' Kahraman bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ,paralelî tecrîdê Rojava hatiye dagirkirin û herî dawî dest li ser şaredariyên Kurd danîne ku dengê bi milyonana Kurd hatibûn hilbijartin.
Yagmur Rojîn Donmez jî got, ''Em komeleyên Kurd û Tirkiyeyî bi pêşengitiya Bloka Aştî û Demokrasiyê ji bo ku ji dîktatoriya Erdogan re bibêjin, ''êdî bes e'' hatine vir'' Donmez diyar kir ew ê weke hêzên li gel aştî û demokasiyê yên Avûstralyayî di her fersendê de nêzîkatiyên dijdemokratîk ên Tirkiyê şermezar bikin.
'TIŞTÊN KU LI TIRKIYÊ DIBIN METIRSÎDAR IN'
Jeannîe Rea di axaftina xwe de got, ''Em pêvajoya siyasî ya Tirkiyê ya piştî 15'ê Tîrmehê ji nêz ve dişopînin. Ev rewşa heyî bi rastî jî metirsîdar in. Em desteserkirina şaredariyan û ji peywirê girtina mamosteyan şermezar dikin. '' Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyan meşiya.