Şehîdên Dersîmê li Parîsê hatin bibîranîn
Ji fermandarên Koma Gerîla ya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li Dersîmê şehîd bû û gerîlayên MLKP’ê Velî Gorgun û Umît Yetîk li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Ji fermandarên Koma Gerîla ya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li Dersîmê şehîd bû û gerîlayên MLKP’ê Velî Gorgun û Umît Yetîk li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Di bîranîna şehîdên Dersîmê de ku bi di şexsê şehîdên Dersîmê de bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir, nûnerê MLKP’ê axivî.
Di axaftinê de wiha hate gotin: “Hevrê Berfû, Umît û Velî li dijî zilma mêtinger û dijmin xwedî hêrsek zelal, biryardarbûna şer zêde, hezkirina gel mezin bûn. Bi girêdana hevrêyên xwe, partiya xwe, bi jiyana xwe ya mînak ala azadî û sosyalîzmê veguhestin serê çiyayan. Wê hesabê şehîdên Dersîmê teqez bê pirsîn, tê pirsîn! Soza şer a ku li beramberî şehîdên xwe em didin, wê bersiva wê ya praktîkî çêbibe.”
Hevalekî ku Berfû, Velî û Umît nas dike jî axivî, têkîldarî jiyana Berfû hin tişt anîn ziman û got; “Bîranîna Şehîdên MLKP’ê tê wateya xwedîderketina têkoşîna wan. Hevrêyên li Ewropa, hevrêyên têkoşînê, sazî û rêxistin wê bi tevlîbûna mîtîng, meş, çalakiyan ve xeta wan a têkoşînê bilind bike û xwedî li mîrateya wan derkeve.
T.C li Kurdistanê derbên giran dixwe û bi êşa têkçûnê ve har dibe. Berxwedana li qadên xwerêveberiyê, li Nisêbînê çok li dewletên şikandin. MLKP’ê jî cihê xwe di berxwedanên xwerêveberiyê de girtin. Li dijî mêtingeriyê wek PKK û MLKP-FESK cihê xwe girt. Niha jî di Eniya Yekbûyî de rojava û rojhilatê welêt li dijî dîktatoriya AKP’ê şer dike û em ê bi ser kevin. Soza serkeftinê me daye şehîdên xwe.”