Temîzyuz: Divê hikûmet li gor peyama Ocalan tevbigere

Hevserokê TÛHAD-FED’ê Temîzyuz li dijî tecrîdê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku aştî tenê bi azadiya Ocalan mimkûn e. Temîzyuz ji hikûmetê xwest ku li gor peyama Ocalan tevbigere.

Hevserokê Federasyona Komaleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan Mehmet Temîzyuz têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Temîzyuz got; “Tecrîda nêzî 18 meh in li ser Birêz Ocalan didome, li Kurdistanê bû şer, mirin, hilweşîn û koçberî. Bi sedan mirov mirin, bi hezaran ji mal û warên xwe koç kirin, bi deh hezaran hatin binçavkirin û dîsa bi hezaran hatin girtin.” Temîzyuz bal kişand ku tecrîda li ser Îmraliyê li ser gelan e, wiha dewam kir: “Di atmosferek wisa de hevdîtina bi Birêz Ocalan xwedî girîngiyek jiyanî bû, ji ber ku li gel fikarên gelê Kurd, wê rêveçûna şerê li herêmê jî diyar bikira. Di encama hevdîtinan de derket holê ku berevajî gotinên medyaya alîgir, pêvajoya muzakereyê ne ji hêla Kurdan, ji hêla AKP/Qesrê hatiye bidawîkirin.”

‘DIVÊ DESTHILATDARÎ Û MEDYA DEV JI ZIMANÊ ŞER BERDE’

Temîzyuz got hevdîtinan bi Ocalan re girîng bû, lê ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û wiha pê de çû; “Yek ji peyamên Ocalan ew bû ku eger dewlet şertên guncav ava bike, xwedî proje ye ku şerê li Kurdistanê di 6 mehan de rawestîne. Wek Rêberê Gelê Kurd jî diyar dike, pirsgirêka Kurd pirsgirêkek giran e û ti şer heta dawî dewam nake. Li ser vî esasî ji bo li Tirkiyeyê aştî û hizûr ava bibe, divê hikûmet deriyê Îmraliyê veke. Pêwîst e bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad bibe; ji bo pêvajo bi awayekî bi tendurist bi rê ve biçe, bikaribe têkîliyan ava bike.”

Hevserokê TÛHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz got desthilatdariya AKP/Qesrê li beramberî daxwaza aştî û çareseriyê ya gelê Kurd cîdî nêz nabe û banga şer dike û herî dawî ev got: “Divê neyê jibîrkirin gelê Kurd ji salên 80’ê ve heman gotinan dibihîse. Lewre jî divê êdî desthilatdarî û medyaya alîgir dev ji zimanê cihêkar berde û di çarçoveya peyamên aştiyê yên ji Îmraliyê hatine şandin tevbigere. Wek duh, îro jî rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe.”