Desteserkirina şaredariyan li Ewropayê hat şermezarkirin

Kurdên li Ewropayê dijîn, tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin. Bi vê armancê li gelek bajarên welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdên li Ewropayê dijîn, tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin. Bi vê armancê li gelek bajarên welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

DORTMÛND

Kurdên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li hev civiyan, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin. Bi qasî 2 hezar kes tevlî vê çalakiyê bûn û tevî flamayên Ocalan, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" hat hildan. Meşvanan gotin, ew ê qayûman nas nekin.

STOCKHOLM

Bi heman armancê li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya bi sedan kesî meş û mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistaniyên saet di 13:30 de li Sodermalmstogê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî", "Bijî Serok Apo" heta meydana Medborgarplatsenê meşiyan. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê Ayşe Goketepe di mîtîngê de axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê ya li Kurdistanê komkujiyan dike, di heman demê de hewl dide nûnerên hilbijartî yên gelê Kurd tine bike. Goktepe ev yek weke darbeya li dijî vîna gel pênase kir û anî ziman, ku gelê Kurd wê bi ti awayî destûrê nede vê darbeyê û xwedî li nûnerên xwe derkeve. Ji Partiya Edaletê Arne Johansson jî girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors şermezar kir û xwest derhal bê berdan. Li ser navê KNK'ê Karwan Seîd jî ragihand, ku ew ê desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan bi ti awayî qebûl nekin û banga xwedîderketina li nûnerên xwe, li gelê Kurd kir.

DI 19'Ê ÎLONÊ DE WÊ LI ÛPPSALA XWEPÊŞANDANEK WERE LIDARXISTIN

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê, Partiya Çep û Komeleya Piştgirya Kurdan wê ji bo şermezarkirina girtina Alintors û desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan, di 19'ê Îlonê roja Duşemê de xwepêşandanekê lidar bixin. Çalakî wê saet di 18:00 de li meydana Storatorgetê destpê bike.

TORÎNO

Tecrîda li ser Ocalan û destesekirina şaredariyan li bajarê Torîno yê Îtalyayê hat protestokirin. Di çalakiyê de ku li meydana Pîazza Castello hat lidarxistin, daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakgeran gelek belavok belav kirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê, Komîteya PJAK'ê ji bo azadiya Ocalan mîtîngek lidar xist. Di mîtîngê de ku li meydana Jernbanetorgetê hat lidarxistin, qisekeran bal kişandin ser rola çêker a Ocalan ji bo aştiyê. Li ser armanca çalakiyê gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Azadî ji bo Ocalan" û "Erdogan û DAIŞ yek in" hatin qîrîn.

ST. GALLEN

Li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê, Kurdan mora xwe li çalakiya Platforma Aştiyê ya ji Rêxistina Efûyê, Partiya Sosyalîst, Kesk, saziyên antî faşîst û rêxistinên civakî yên sivîl xistin. Di çalakiyê de bi sedan Kurdistanî li dû pankarta bi nivîsa "Ocalan temînatê aştiya li Rojhilata Navîn e" meşiyan. Ceng Bûlût li ser navê DEM-KURD'ê li vir axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan.

OLDENBÛRG

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê, meş û mîtîngek bi heman armancê hat lidarxistin. Meşa saet di 15'an de li pêşiya stasyona trenê ya navendî destpê kir, li nava kolanên bajêr dewam kir û piştre li pêşiya stasyonê veguherî mîtîngê. Li ser navê NAVD-DEM'ê M. Latîf Karakaş axivî û got, "Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye. Êdî sebra me li vê nema ye. Divê ev tecrîda li ser Rêberê me û şerê li dijî gelê me bên qedandin." Di çalakiyê de ku bi qasî hezar Kurdistanî lê amade bûn, bi sedan belavok hatin belavkirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo azadiya Ocalan çalakiyek lidar xist. Çalakiyê saet di 19:00 de li meydana Place de la Comedîe destpê kir. Di mîtîngê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdan hatin şermezarkirin. Bi vê armancê belavokên bi zimanê Fransî hatin amadekirin, hatin belavkirin.

...