Di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr de wê ûltrason bê bikaranîn

Di encama xebatên Fransayê de têkîldarî di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr de bikaranîna ûltrasonê derbasî merheleyek nû bû.

Endama Enstîtuya Tenduristiya Neteweyî û Lêkolînên Medîkal (ÎNSERM) Ayache Boûakaz da xuyakirin ku wê ultrasonê di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr a mirovan de biceribînin. Eger ev ceribandin serkeftî bibe, wê li cîhanê tiştekî cara yekem pêk were.

Boûakaz ji Reûtersê re axivî, got kalîteya wêne yên ekografî, ji bo tumoran ne zêde zelal in, diyar kir ku ekografiya bi ultrasonê tumoran hê zelaltir dike.

Boûakaz anî ziman ku ev rêbaz dikare di kemoterapiya rûviyê stûr de jî bê bikaranîn, bal kişand ku gelek dermanên bi bandor nikarin bendên tumoran bibihurin. Boûakaz destnîşan kir ku bi ultrasona di kemoterapiyê de wê êdî pêdivî pê nîn be ku ji bo gihiştina hucreyên nexweş miqtar bê zêdekirin.

Tê plankirin ceribandinên destpêkê yên di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr de bikaranîna ûltrasonê, ji sala pêş ve li Nexweşxaneya Zanîngeha Herêmî ya Toûrsê li ser 15 nexweşan pêk were. Ceribandinên sala 2006’an pêk hatibûn, destpêkê li ser hucreyên penceşêrê, dûvre jî li ser heywanan pêk hatibû.

Eger ceribandinên li ser nexweşên penceşêrê serkeftî bibe, wê teşxîs û tedawiya bi ultrasonê ji sala 2022’yan û şûn de mimkûn be ku li klînîk û nexweşxaneyan bê bikaranîn.