Artêşa Tirk li Şehbayê komkujî pêk anî
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê êrîşî herêmêm Şehbayê kir û komkujiyek pêk anî. Malbatek bi giştî û li gel 2 zarokan jî hatin qetilkirin.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê êrîşî herêmêm Şehbayê kir û komkujiyek pêk anî. Malbatek bi giştî û li gel 2 zarokan jî hatin qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê; artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi topan êrîşî gundê Qerekor ê li herêma Şehbayê kirin. Di encamê de malbata Cuma Mihemed Elî ê bi navê Cûma Cilleq dihat naskirin ku ji 4 kesan pêk dihat, li gel 2 zarokên din ên gund jî hatin qetilkirin.
Hat diyar kir ku komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bêyî ku di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derkeve derbasî gundên Tat Hûmis û Qentera yên li herêmên Şehbayê bûn û gund dagir kirin.