Li Munîh û Kopenhagê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin
Girtina Med Nûçe TV, li bajarê Munîh ê Elmanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protestokirin.
Girtina Med Nûçe TV, li bajarê Munîh ê Elmanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protestokirin.
MUNÎH
Girtina Med Nûçe TV, li bajarê Munîh ê Elmanyayê hate protestokirin. Di çalakiya protestoyî de ku ji hêla Meclîsa Kurd a Munîhê hate organîzekirin û li Stachûsta hate lidarxistin, DÎDF Munîh, Kurd û dostên wan amade bûn.
Di çalakiyê de ku belavok hatin xwendin û belavkirin, dirûşmeyên “Med Nûçe TV Nayê Bêdengkirin”, “Terorîst Erdogan, Hevkar Eûtelsat” hatin berzkirin.
KOPENHAG
Kurdistaniyên li Danîmarkayê jî girtina Med Nûçe TV, bi çalakiya bêitiatiya sivîl a li Radyoya Danîmarka û Televîzyona wê protesto dike.
Tevî polîs hate saziya ku çalakî tê lidarxistin jî çalakî didome. Di çalakiyê de li dijî qetlîamên nû yên li ser gelê Kurd banga hestiyariyê hate kirin, her wiha bêdengiya medyaya Danîmarkayê tê şermezarkirin.