DOSYA III

Li hundir teror li derve bazarî - Selahattîn Erdem

"Tayîp Erdogan, ku hewldana cuntayê tepisand, niha dixwaze Lozana duduyan bispêre pergala global a kapîtalîst, wisa jî komareke nû ya AKP'ê saz bike. Ji bo vê jî li hundir terora dewletê dimeşîne, li derve jî bi pergala global re bazarê dike."

Rêveberiya Tayîp Erdogan yên cuntaya Kenan Evren jî nekarîbû bike, dike. Piştî tepisandina hewldana cuntaya 15'ê Tîrmehê bi desteka MHP û CHP'ê rêveberiya rewşa awarte îlan kir û terora dewletê ya herî dijwar a dîroka Tirkiyeyê bikar tîne. Bi bahaneya li dijî Feto, her kesî ku muxalefeta AKP'ê dike, bêdeng dike. Ji 15'ê Tîrmehê vir ve hejmara kesên ji karên xwe hatin avêtin, ji sed hezarî derbas kiriye. Hejmara yên hatin girtin û zindanîkirin jî bi deh hezaran tên bilêvkirin. Her wisa herdu birayên ku ji aliyê her kesî ve tên naskirin Ahmet û Mehmet Altan jî niha girtî ne.

Helbet qada ku terora dewletê di asta komkujî û qetlîaman de tê birêveberin Kurdistan e. Li aliyekî çiyayên di bin desthilata gerîla de û li aliyê din jî Cerablûs a di nava sînorên Suriyeyê de ji aliyê artêşê ve tê dagirkirin. Operasyonên komkujiya siyasî bi lezgîniyeke heta niha nedîtî ve tê meşandin. Hevşaredarên ku di hilbijartinên herêmî de ji gel ji sedî heştê û sedî nod deng girtine, tên zindanîkirin. Bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên DBP'ê yên hilbijartî, bi terora polîsan ve tên dagirkirin. Terora dewletê gihiştiye asta girtina bi dehan qenalên tv û radyoyan.

Tayîp Erdoganê ku hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê têk bir, wek fermandarekî serketî, mîna dîktatorekî dewlet dagirkirî êrîş dike. Mîna kesekî nedîtî-dîtî yê ezeziya wî têr nabe, wisa diyar e wê heta dawiyê li êrîşên xwe berdewam bike. Li gel ku wî bi xwe Fetullahiyan kir hevparên desthilata xwe û rê li ber hinde hêzdarbûyîna wan vekir, niha jî her kesî li derveyê xwe bi têkildariya Fetullahiyan ve tawanbar dike. Bi dewleta 93 salî ya dijmina Kurdan re dibe yek û dixwaze faşîzma netew-dewletê ji nû ve sazkar bike.

Bêguman di tevahiya van kiryaran de ji MHP ya Dewlet Bahçelî desteka birêkûpêk digire. Di rastiyê de AKP a di bin serpereştiya Erdogan de seranser xeta MHP'ê ya nijadpreset û faşîst bikar tîne. Ne ku MHP kiryarên AKP'ê destek dike, berevajiyê wê, rêveberiya AKP'ê ya niha dewsa MHP'ê girtiye. Helbet evna tev de tên fêhmkirin, lê helwesta CHP'ê bi taybetî jî helwesta serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû yên di van rojên dawî de nayê fêhmkirin.

Xwedêgiravî Kemal Kiliçdaroglû li dijî terora AKP'ê derdikeve. Ji terora Rewşa Awarte û ji kiryarên Biryargenameyên Xwedî Hukmê Qanûnî bi gazin e. Derdikeve pêş çapemeniyê û behsa çewisandinên AKP'ê dike. Helbet di van kiryarên xwe de jî hîç baweriyê nade. Lewre wek MHP'ê, CHP'ê jî destek da îlana Rewşa Awarte. Baş e, dema destek da Rewşa Awarte ma Kiliçdaroglû nedizanîbû ku wê ev rêveberî zext û terorê bikar bîne? Helbet dizanîbû. Tê zanîn ku AKP'ê ne ji bo anîna demokrasiyê, nexasim ji bo bikaranîna terora li dijî muxalifên xwe Rewşa Awarte ragihand.

Rastiya babetê jî ev e; li cihê ku komara 93 salî ya dijmina Kurdan dipelişe, Kemal Kiliçdaroglû jî destek da AKP'ê da ku li ser esasên nasyonalîstiya olperest dewleta netewe ya faşîst ji nû ve restore bike. Lê gava Erdogan bi desteka ji CHP'ê jî girtî ve dest bi sazkirina rêveberiya xwe kir û wisa jî dest bi çewsandina her kesê li pêşiya xwe asteng dîtî kir, Kiliçdaroglû jî neçar ma helwesta xwe biguherîne.

Ango li holê siyaseteke besît û nêçîrvaniya dengan heye. Piştî bi awayekî stratejîk destek da AKP ê û faşîzma netewe-dewletê misoger kir, di warê taktîkî de qaşo li dijî AKP ê xuya dike û wisa jî dixwaze nerazîbûna civakî veguherîne kaniya dengan. Bi kinahî wek şerekî lihevkirî ye. Bi vegera devjeniya berê re dixwazin rewşa gel kontrol bikin. Tayîp Erdogan di civîna bi mixtaran re Lozanê tîne rojevê û Îsmet Înonu sûcdar dike. Kemal Kiliçdaroglû jî dibêje, ez tênagihijim bê ka çima di vê demê de ev babet hate rojevê.

Ya rastî li holê rewşeke nefêhmbar nîne. Her kes qebûl dike ku di encama hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de komara dijmina Kurdan a 93 salî pelişiye. Bi pelîşîna komara 93 salî re jî Tirkiye careke din hatiye pêvajoya Lozanê. Ango Tirkiye pêvajoyeke mîna serdema Lozanê dijî. Tayîp Erdogan ê ku hewldana cuntayê tepisand, niha dixwaze Lozana duduyan bispêre pergala global a kapîtalîst, wisa jî komareke nû ya AKP'ê saz bike. Ji bo vê jî li hundir terora dewletê li ser gel bê sînor dike û li derve jî bi pergala global re bazarê dike.

Lewre nefêhmkirina bilêvkirina Lozanê, tê maneya nefêhmkirina pêvajoya ku Tirkiye tê de dijî û wisa jî nefêhmkirina kiryarên Tayîp Erdogan. Tayîp Erdogan çawa ku piştî şikestina dagirkirina Yewnan, Îngîlîz û Fransiz neçar man bi tevgera Kemalîst re li hev bikin, wisa jî hizir dike ku wê ji ber têkşikandina hewldana cuntaya 15'ê Tîrmehê Amerîka û Ewropa jî pê re li hev bikin. Bi taybetî jî, hawira ku têkoşîna li dijî DAIŞ'ê afirandî û rewşa siyasî û leşkerî jî guncan dibîne.

Pêdivî bi niqaşê nîne ku rêveberiya Erdogan di nav bazara duduyan a Lozanê de ye. Pir eşkere tê dîtin ku têkiliyên bi Amerîka, Rûsya, YE, Îsraîl û Îranê re li ser vê bingehê ne. Di vir de AKP di rewşa lawaz de ye û ji nû ve dijminahiya Kurdan wek xeta sor datîne ser maseya guftugoyê. Helbet li hemberê van jî divê tewîzên berfireh bide muxatabên navborî. Ango bi hêzên derveyî re rûniştiye bazarê û hind nirxên Tirkiyeyê bazar dike.

Vaye di vir de, gotina ku Îsmet Înonu li Lozanê Tirkiye firotiye manedar e. Ya rastî niha ew jî ji ber desthilatiya xwe Tirkiye difroşe, bi tawanbarkirina Înonu re jî dixwaze rewşa xwe binixumîne. Di rastiyê de kesê ku li Tirkiyeyê siyaseta Înonu dişopîne û dişibe wî jî Erdogan e. Ji tirsa ku wê eşkere bibe jî her car Înonu sûcdar dike û dixwaze siyaseta xwe cihêreng bide nîşan.

Di vir de babeta herî girîng ev e ku bê ka di wan bazarên bi hêzên global de rêveberiya Erdogan çi yên Tirkiyeyê pêşkêş kirine? Tê zanîn ku di Lozana yekê de Înonu li gel qebûlkirina desthilata Kemalîst û dijminahiya Kurdan ve Mûsil dabû hêzên kapîtalîst. Niha gelo Tayîp Erdogan bi Mûsilê re çi dide hêzên kapîtalîst?

Terora ku li hundir gihiştiye asta herî eşkere û bazarkirina li derve li gel hev dimeşin. Eşkere tê dîtin ku Tayîp Erdogan û AKP'ê Tirkiye anîne mistewayeke wiha. Gelek derdor vêna wek bobelatekê dibînin û dibêjin. Lê nayê zanîn ku çawa kesekî ji vê rewşê re nabêje bes e, an jî nikare bibêje. Eger di vê xalê de rewşeke bêhêzêyî hebe, wê demê mirov dikare îtifaq û hevkariyê bike. Na, eger yên hêzdar hebin, wê demê divê demildest ev rewşa neçê bê sekinandin. Nexwe, dijberiya AKP'ê ya devkî, wê bê maneya xwe xapandinê û xapandina civakê.

Ji bo Kurdan jî rewşa diqewime, ji êrîşa terorî ya heyî jî cidîtir û dîrokî ye. Sifreya guran raxistiye û li ser Kurdistanê bazarên nû tên kirin. Eger ev rewş neyê dîtin û yekîtiyeke demokratîk a tevahiya rêxistinan neyê sazkirin, wê demê wê encam ji ya 1923'an ne cudatir be. Lê eger Kurd bi sazkirina yekîtiya xwe ya demokratîk re bikarin mudaxelayî pêvayoyê bikin, wê demê Kurdistana azad wê bibe navenda şoreşa li Rojhelata Navîn. Nexwe divê her kes bê ser xeta rast a welatparêziyê û hesaba xwe jî rast bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA