Hevserokê Navenda Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) ê Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) Halîl Taşkiran ji hêla AKP’ê ve girtina televîzyonên Kurdan û muxalîfan ji ANF’ê re nirxand.
Taşkiran diyar kir, dewleta Tirk dixwaze di hişê Kurdan de qelşekê ava bike û li dijî vê jî divê hevgiriyeke xurt were avakirin.
Taşkiriran diyar kir AKP/Qesr biryarên wiha distîne ku ti têkiliya xwe bi hiqûqê re nîn in û got, "Ditirsin ku gel rastiya bizanibe , ji bo vê jî ti dengekî li derveyî ‘meda hawiz’ ranagirin. Li welêt dixwazin yekdengiyekê çêbikin û hemû dengên muxalîf tune bikin."
'DIJMIN DIXWAZE ZIMANÊ ME Û ÇAVÊ ME TINE BIKE'
Taşkirina got Med Nûçe TV deng û çavê Kurdan bû û wiha dom kir: ‘’Televizyon deng û çavê me ne; dijmin, ji bo ku em rastiyê nebînin û nebihisîn ekranên me tarî dike. Bi qutebirî dixwazin ziman û çavê me tune bikin. Çi dibe bila bibe Kurd serê xwe ji vê re natewînin. Heke îro ev hatibin girtin sibe du caran lê vê wê vebin. Ev televîzyon bi keda gel hatin heta îro, bi piştgiriya gel ji niha û pê de jî wê weşana xwe bidomînin.’’
'EM BI FELSEFEYA RÊBER APO JIYANA XWE DIDOMÎNIN'
Taşkirin diyar kir dewleta Tirk ji dema MED TV ve bi awayekî faşîst bi ser televîzyonên Kurdan ve tê û wiha domand: ‘’Med TV, Medya TV, Roj TV girtin. Piştî her girtinê qenaleke dî bi qadroyeke hê xurttir vebûn. Niha jî milyonan dolar dane Eutelsatê û Med Nûçe dane girtin. Lê tişta ku ji bîr dikin vîna vî gelî ye. Ev gel çawa ku li Med TV xwedî derket, li Medya TV, Roj Tv, Med Nûçe TV jî vekir. Stêrk, Ronahî û Çira TV jî vekir. Ango vîn û hêza Kurdan heye ku televîzyonên din jî veke.
Taşkiran got, ‘’divê dijmin vê baş bizanibe, em ê bi felsefeya Rêber Apo jiyana xwe bidomînin. Gelekî ku ev 40 sal in dil daye Rêbertiya xwe kesek nikare têk bibe û nikare dîwara têxe navbera wî û gel de. Gelê Kurd jî ti caran destûra vê nade.’’
'DIVÊ HER KES BIKEVE NAV LIV Û TEVGERÊ'
Taşkirin ji bo girtina Zarok TV got hişmendiyeke wiha li ber me ye ku ji fîlmên zarokan ditirse û got, ‘Li dijî polîtîkayên Erdogan ku dixwaze zimanê Kurdan tine bike divê her kes biponije û li dijî van kirinên faşîst bikeve nav liv û tevgerê’’