Li Bocholtê civîna gel

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer di civîna gel de axivî û got, "Li dijî gelê Kurd û mûxalîfan, pêvajoyeke mezin a tinekirinê hatiye destpêkirin."

Meclîsa Gel li bajarê Bocholt ê Elmanyayê civîneke gel lidar xist. Bi qasî sed kes beşdarî civînê bû. Di destpêkê de endamê Meclîsa Gel a Bocholtê Xalo Mehmet axivî.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer mafê axaftinê girt û diyar ir, dewleta Tirk li dijî Kurdan dest bi êrîşeke topyekûn kiriye. Hezer da zanîn, piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê mafên mirovan bi dijwarî tên binpêkirin û got, "Li diJî gelê Kurd û mûxalîfan pêvajoyeke mezin a tinekirinê hatiye destpêkirin."

Hezer destnîşan kir, ku bi girtina televîzyonên Elewiyan re, ku di meha Mûharremê de girt, nîşan da ku lid ijî Elewiyan e.

Di civînê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, divê li her qadê têkoşîn li dijî tecrîdê were meşandin. Li dijî desteserkirina şaredariyan jî bang li Kurdistaniyan hat kirin ku rabin ser piyan.

...