KE di bultena xwe ya çapemeniyê de cih da girtina Med Nûçe

Konseya Ewropayê (KE) di bultena xwe ya çaepmeniyê de cih da sekinandina weşana Med Nûçe, ku di encama zextên dewleta Tirk de şîrketa Eutelsatê weşand sekinand.

Di bultena Konseya Ewropayê de hat ragihandin, biryar ji ber zextên Dewleta Tirk hatiye girtin û cih ji daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (EFJ) re hat veqetandin, ku vê biryarê şermezar dike.

Di bultena çapemeniyê de hat bibîrxistin, ku şîrketa Eutelsat SA xizmeta peykê dide zêdeyî 6 hezar qenalên televîzyonê û agahiyên EFJ ên li ser biryara sekinandina weşana Med Nûçe parve kir. Di bultenê de hat ragihandin piştî ku RTUK a Tirk sûcdariya 'Propaganda PKK'ê dike' li Med Nûçe kir, Eutelsatê biryara sekinandina weşana Med Nûçe daye.