Welatiyên Îtalyayê piştgirî dan Ocalan û gelê Kurd
Welatiyên Îtalyayê, li dijî tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin û piştgirî dan Kurdan.
Welatiyên Îtalyayê, li dijî tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin û piştgirî dan Kurdan.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên Îtalyayî li meydana Pîazza Castello çalakiyek pêk anîn. Rojnamevan-Nivîskar û Dozgera berê Laûra Shrader li vir axivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Shrader girtina qenalên televîzyonê yên gelê Kurd û mûxalîfan, şermezar kir û got, "Kurd ji xwe re qenalên televîzyonê vedikin, lê rejîma dîktator a li Tirkiyeyê û Erdogan van qenalan digire." Shrader bi taybetî girtina Med Nûçe şermezar kir û got, "Em hêvîdar in wê siyasetmedar û yên ji demokrasiyê bawer dikin, li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin û tedbîran bigirin."
'OCALAN RÊBERÊ GELAN E'
Shrader da zanîn, li Rojhilata Navîn bi tenê Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo gelan têdikoşe û girtina lîderê vê tevgerê li nava tecrîdê, şermezar kir.
Shrader wiha dewam kir: "Ocalan di nava şert û mercên giran de li Îmraliyê tê girtin. Di vir de berpirsyariya hikûmeta me û welatên din ên Ewropayê jî heye; lazim e li ser bingeha demokratîk ji bo çareseriyê gav werin avêtin." Shrader diyar kir, ku ev yek ne mijareke bi tenê Kurdan eleqedar dike û got, "Pêwendiya vê yekê bi rewşa siyasî û qedandina şerê li Rojhilata Navîn heye. Birêz Ocalan ne rêberê gelekî bi tenê ye, ew rêberê gelek gelan e. Lewma divê her kes di vî warî de bi hesasî tevbigere. Fransa bi girtina televîzyonê û Belçîka jî bi girtina siyasetmedarên Kurd re demorkasiya xwe dikin qurbanê gefên Erdogan."
'EM Ê LI HER CIHÎ DESTEKÊ BIDIN'
Laûra Shrader herî dawî ev mesaj da: "Weke welatiyên Îtalyayê, em careke din bêjin ku em ê destekê bidin gelê Kurd. Û di hemû çalakiyan de em ê vê desteka xwe nîşan bidin."
Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî YPG" hatin qîrîn.