NÛ BÛ

Polîsan avêtin ser Ozgur Radyo û xebatkar binçav kirin

Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya Ozgur Radyo. Polîsan deriyê avahiyê şikandin û xebatkarên radyoyê bi lêdanê binçav kirin.

Rayedarên RTUK'ê gotin ku ew bi tenê ji bo mohrkirina odeya weşanê hatine û polîsên şaxê ewlekariyê jî wê kesî binçav nekin.

Rayedarên Ozgur Radyoyê jî dan xuyakirin, ku ew dixwazin weşana xwe bidomînin û gotin, ew ê derî venekin. Li ser vê yekê polîsên Tirk derî şikandin û ketin hundir.

Polîsan îşkence li xebatkarên radyoyê kirin û bi îşkenceyê ew binçav kirin.

Xebatkarên radyoyê serdegirtin û binçavkirin protesto kirin û niha dirûşmên "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" diqîrin.

Rayedarên Tirk weşana Ozgur Radyoyê birîn û kolana avahiya radyoyê lê ye, girtin.

Polîsên bi biryarnameya serokwezîr bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin, nûçegihana JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp jî binçav kirin.