Parlamentoya Iraqê biryara derketina leşkerê Tirk a ji Iraqê da

Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de ji bo nerazîbûna li dijî leşkerên Tirk û derxisina hêzên Tirkiyey ji Iraqê bi 7 xalan biryar dan.

Parlamentoya Iraqê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya. Di mijara îro ya parlamentoya Iraqê de xala herî serekî jî hebûna leşkerên Tirk a li Iraq û biryara Parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina tezkereya ji bo Iraqê hebû.

Parlamentoya Iraqê ji bo vekişandina leşkerên Tirk li ser 7 xalan biryar da û ew biryar jî wiha ne.

“-Pêwîste hikûmeta Iraqê Balyozê Tirk ê li Bexda vexwîne û nerazîbûna li hemberî demdirêjkirina tezkereya ji bo hebûna leşkerên Tirk nîşan bide.

-Pêwîste hikûmeta Iraqê hemû tedbîrên xwe yên dîplomasî û leşkerî ji bo parastina Iraqê pêk bîne. Her wiha carek din peywendiyên aborî û bazirganiyê diber çavan re derbas bike.

-Divê hikûmeta Iraqê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Encumeniya Asayîşa Navneteweyî û Yekîtiya Ereban daxwaz bike ku bertek nîşa hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê bide û wan derxînin.

-Pêwîste hikûmeta Iraqê hêzên Tirk ên li ser xaka Iraqê weke hêzek dagirker bibîne û ji bo derxistina wan xebata pêwîst bike.

-Divê Iraq hemû danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyeyê cardin berçavan re derbas bike.

-Pêwîste hikûmeta Iraqê ji aliyên peywendîdar daxwaz bike ku der barê kesên mayîna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê destek dikin û daxuyaniyên ji bo piştgiriya wan didin, dozê li ser wan veke.

-Parlamentoya Iraqê daxuyaniya Erdogan ên der barê serweriya Iraqê de red dike û van weke daxuyaniyên parçebûna pêkhateyên Iraqê dibîne.”