Girtina Med Nûçe TV li Hildesheim hate protestokirin
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin.
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin.
Çalakiya protestoyî ya ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim û Peîne hate organîzekirin, saet 17.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim hate lidarxistin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li hember girtina tevahî dezgehên çapemenî û weşanê yên mûxalîfan tevahî cîhan bêdeng dimîne. Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku piştgiriyê bidin çapemeniya azad a li Tirkiyeyê û xwedî lê derkevin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan, Hevkar Eûtelsat”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.