Nîjatperest deqa xwe li pîrozbahiya Yekbûna Elmanya dixin
Di pîrozbahiyên îsal yên di salvgera yekbûna du ya Elmanyayan ku li Dresdenê pêk tê, bi xwepêşandanên nîjatperest û dijûnên dijî siyasetvanan rengekî cihê dide
Di pîrozbahiyên îsal yên di salvgera yekbûna du ya Elmanyayan ku li Dresdenê pêk tê, bi xwepêşandanên nîjatperest û dijûnên dijî siyasetvanan rengekî cihê dide
Pîrozbahiyê ‘Roja Yekbûnê’ ku salvgera pevgihîna Elmanya Rojhilat û Rojava ye ku di 3’yê Cotmeha 1990’î de gihaştibûn hev, bi xwepêşandanên komên nîjatperest berdewam dike. Di xwepêşandan de ku ji hêla endamên nîjatperest ên Welatparêzên Dijberê Îslamîkirina Rojava (Pegîda) di serî de Serokwezî Angel Merkel dijûnên li ser siyasetmedaran balê dikişînin ser xwe.
Serokwezîr Angela Merkel ku li Dresdenê ye, di rojên bihurî de çûbû cem melayê mizgeftekê ku êrîş bi ser de biribûn.
Têkildarî bûyerên pîrozbahiya rojê Merkel ji bo ‘hurmetdayina du alî’ û çareseriya kêşayan bang kir ku ‘ramanên cihê werin nasîn’
Komekê îro dijûn li Alîkarê Serokê Meclîsa Federal ê wekîlê Keskan Claûdîa Roth kirin û nehiştin ku biaxive. Li ber kamerayan diyaloga Roth a bi çalakgeran re encam nestand.
Li bajêr her wiha bi hezaran kes bi banga Pegîda civiyan. Di xwepêşandana nîjatperest de dirûşmên dijî biyaniyan hatin berzkirin, pankartên vederker têne vekirin.