TGS: Em xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkevîn
TGS, piştî girtina qenalê wan û radyoyan û serdegirtina polîsan a avahiyan şermezar kir,bang li her kesê kir ku xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkeve.
TGS, piştî girtina qenalê wan û radyoyan û serdegirtina polîsan a avahiyan şermezar kir,bang li her kesê kir ku xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkeve.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), têkildarî girtina televîzyon û radyoyên ku weşana wan hat qutkirin û serdegirtina polîsan daxuyanî da. TGS'ê serdegirtina polîsan û qutkirina weşanên radyo û televîzyonan şermezar kir û wiha gt: "Şevê din polîsan bi ser avahiyên Zarok TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, Azadi TV û Gun tv-Radyo de girtin. TRUK'ê îro jî dengê Hayatın Sesî TV û ÎMC TV qut kirin. Hem avahiyên wan mohr kirin û hem rê li weşana înternetê û alternatif jî girtin. Rewşa Awarte 3 mehên din dirêj kirin. Dixwazin bi KHK'ê demokrasiyê têxin meriyetê. Em van pêkanînên dijdemokratîk şermezar dikin. Em wekî TGS'ê van erîşên li ser çapemeniyê şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li mafê xwe yê nûçeyan xwedî derkevin."