Tecrîd li Dragûîgnanê hat vegotin
Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin. Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç beşdarî civînê bû.
Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin. Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç beşdarî civînê bû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û gelemperiya cîhanê, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç dest bi axaftinê kir. Dînç diyar kir, Ocalan ji sala 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye û anî ziman, li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê jî derbas nabe, mafên bingehîn tên binpêkirin.
Dînç bibîr xist, ku hevdîtina malbatê-parêzeran yek ji mafên bingehîn e, lê belê ev maf ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê astengkirin. Parêzer Mazlûm Dînç anî ziman, hikûmet bi vî rengî şantajê dike. Dînç da zanîn, piştî hevdîtina 11'ê Îlonê ya Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd re kir, weke malbat û parêzeran wan serlêdana hevdîtinê kirin, lê nehat qebûlkirin. Dînç got, "Pêkhatina hevdîtinek Mehmet Ocalan bi kekê xwe re, nayê wê wateyê ku tecrîd qediya ye. Heta ku sîstema Îmraliyê neyê parçekirin, îşkence û tecrîda li ser Ocalan wê neqede."