Ji bo Şarik Apo li Bermenê serdanên sersaxiyê tên kirin

Ji bo hunermendê Kurd Şarik Apo (Abdûrrahman Seçer), ku ji ber nexweşiya kezebê jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Şêx Seîd a li Bremenê serdanên sersaxiyê tên kirin.

Kurdistaniyên li Hambûrg, Hannover, Oldenbûrg û Bremenhavenê hatin serdana sersaxiyê.

Meleyê Mizgefta Şêx Seîd a Bremenê Mele Eşref da xuyakirin, ku Şarik Apo di jiyana xwe ya kurt û bi rûmet de, stranên li ser êş û kêfxweşiya gelê xwe got. Mele Eşref bibîr xist, ku Şarik Apo ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma welatê xwe biterikîne, li penaberiyê bijî û anî ziman, wefata hunermend Şarik Apo Kurdistaniyên li Bremenê dijîn gelekî êşandiye.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bremenê Seîd Bîlgîn jî bal kişand ser kesayetiya welatparêz a hunermend Şarik Apo û diyar kir, ji bo domandina zaravayê Kirmanckî 25 salan têkoşiya. Bîlgîn da xuyakirin, ku hunermend Şarik Apo jiyaneke li penaberiyê ti carî qebûl nekiriye û timî berê wî li welêt û têkoşîna li welêt bû. 

Hunermendên TEV-ÇAND'ê Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Ozan Şemdîn, Ozan Comert, Kawa, Diyar, Cewad, Peyman Arjîn, Emele û Sîpan jî li serdana sersaxiyê amade bûn û êşa malbatê parve kirin. Li ser navê hunermendan Ozan Seyîdxan axivî:

"Şarik Apo, tevî ku li sirgûnê dijiya jî ti carî xwe ji civakê venegirt. Jiyana wî kurt bû, lê bi rûmet bû. Mirina li derveyî welat ji bo mirovan zilm e. Bi sedan kesên li vir li hev civiyan e nîşan didin ku Şarik Apo çiqasî tê hezkirin. Em jî parçeyekî vê civakê ne. Her yek ji me bedewiya vê civakê ne. Em ê Şarik Apo bi dilnizmî, têgihiştî û dilsozê têkoşîna gelê xwe, bibîr bînin. Nexweş bû, dûrî welatê xwe bû, lê ti carî xwe ji têkoşînê venegirt. Bila cihê wî bihuşt be."

Şarik Apo yê 46 salî, ji ber ku gundê wî hat şewitandin, neçar ma bû bar bike Edeneyê. Li vir jî dewletê zext lê kir û di sala 1992'an de dest bi penaberiyê kir. Ji hingî ve li bajarê Bremen ê Elmanyayê dima. Bavê sê zarokan bû. Cenazeyê Şarik Apo wê piştî merasîma îro ber bi gundê Kelaxî yê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ve were şandin û li wir bê veşartin.

...