YRD: Divê gelên me xwedî li saziyên xwe derkevin
Koordînasyona YRD'ê bang li gel kir, ku li dora saziyên çapemeniyê yên mûxalîf û alternatîf li hev bicive û got, "Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li saziyên xwe derkevin."
Koordînasyona YRD'ê bang li gel kir, ku li dora saziyên çapemeniyê yên mûxalîf û alternatîf li hev bicive û got, "Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li saziyên xwe derkevin."
Koordînasyona YRD'ê bang li gel kir, ku li dora saziyên çapemeniyê yên mûxalîf û alternatîf li hev bicive û got, "Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li saziyên xwe derkevin."
Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, çeka herî bi bandor a şerê taybet lîstina bi gotinan û manîpulekirina rastiyan e. Koordînasyonê da xuyakirin, ku gotin ji her çekê bêhtir bi bandor e û got, "Ji ber vê yekê, hêzên zordar hem ji hêza gotinê tirsiyan e, hem jî bi her awayî hewl didin gotinên tên bilêvkirin negihêjin mirovahiyê.
Pirtûkên pîroz beriya her tiştî qala gotinê dikin. Ji ber ku gotin nîşaneya sekna exlaqî ya şexs û civakan e, hevgirtina gotin û emel pîroz nîşan dane. Hêzên zalim û zordar ên bi vê rastiyê dizanin, her tim hewl dane hevgirtina gotin û emel berevajî bikin û pûç bikin."
Koordînasyona YRD'ê destnîşan kir, ku eger rastî bi bawerî, vîn û zîhniyeteke mezin hatibe xurtkirin, ti hêza zordar nikare li pêşiya rastiyan bibe asteng û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, hêzên zordar ên nikarin pêşî li rastiyan bigirin, ji bo ji civakê veşêrin timî serî li qedexekirinan didin.
Herî zêde sîstema faşîst a Tirk qedexeyan datîne pêşiya nêrîn û gotinê. Qetilkirina mejiyê difikire jî di nav de, ji dema damezrandina xwe û vir ve serî li her rê û rêbazên astengkirinê daye. Di vê dema dîrokî de, ku dewleta faşîst a Tirk dixwaze bi zordarî çavê mirovan bitirsîne, herî zêde ji hêza çapemeniyê ditirse ku çapemenî hem hêza berxwedêriyê ya civakê zêde dike, hem jî derewên wan eşkere dike. Lewma di her firsendê de êrîşî mejiyên difikirin dike, hewl dide pênûsên dinivîsîne bişikîne û çav û destên bi wêneyên xwe dibin çavê mirovahiyê, asteng bike.
Herî dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan navgînên çapemeniyê girt. Ev yek nîşaneya herî vekirî ya vê êrîşa faşîst e û di heman demê de nîşaneya tirsên wan e. Ev sîstem ewçend bêçare ma ye, ku radibe qenaleke zarokan jî digire. Lewma vê sîstemê mîadê xwe temam kiriye. Bêdengkirina dengê komeke baweriya li ber tinebûnê ye, kûrbûna olperestî û faşîzmê nîşan dide. Êrîşa li dijî organên çapemeniyê yên dengê çep û sosyalîstan, êrîşa li dijî gelek qenalên herêmî yên xîtabî gelê Kurd dikin, xweranegirtin û asta nîjadperestî û neteweperestiyê radixe pêş çavan."
Tevî van êrîşên li Tirkiyeyê, li Ewropayê ku qaşo keleha demokrasiyê ye, hewl tê dayîn qenaleke TV a bûye dengê berxwedana gelê Kurd ê mezlûm, bê girtin. Ev yek jî nîşan dide bê faşîzm xwe ji kîjan hêzê xwedî dike û piştgiriyê dibîne."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tê ji bîr kirin ku faşîzm gav bi gav li Tirkiyeyê dibe sazî û tê rûniştandin. Birîna dengê ku vê sazîbûnê teşhîr dike û li pişt mirovên li ber xwe didin disekine, tê wateya ketina rewşa papaz Nîemoller ê Elmanya wextekê. Faşîzm ji ber rewşa xwe ya xwezayî, li cihê jê derketiye nasekine, belav dibe. Yên îro bi vê sîstema faşîst tevdigerin, divê baş zanibin ku ew ê sibe hesabê vê yekê bi rengekî giran li pêşberî dîrokê bidin." Koordînasyona YRD'ê hêzên zordar ên dengê gelan dibirin şermezar kir û yên piştgiriyê didin van hêzên faşîst jî, lenet kir.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelan hat kirin ku mîna her carê, di roja îro de jî li dora saziyên çapemeniya azad, mûxalîf û alternatîf bisekinin, ji bo pûçkirina lîstikên hêzên faşîst û hevparên wan, li ber xwe bidin û xwedî li saziyên xwe derkevin.