Di serdegirtina Ozgur Radyo de 16 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên ku bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin 16 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk ên ku bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin 16 kes binçav kirin.
Polîsên Şaxa Ewlehiyê û Şaxa Darayî yên Tirk bi ser Ozgur Radyoyê de girtin.
Piştî polîsan bi ser radyoya ku li Kadikoyê ye girtin û derî şikandin, xebatkarên radyoyê nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê jî polîsên Tirk hem xebatkarên radyoyê hem jî rojnamevanên ku nûçe dişopandin bi derbkirinê binçav kirin.
Li Radyoyê lêgerîn didomin, navê ji 16 kesên ku hatin binçavkirin hatin eşkerekirin wiha ne;
Alî Sonmez Kayar: Xebatkarê Radyoyê
Can Karakûlak: Xebatkarê Radyoyê
Ardanûş Ateş: Xebatkara Radyoyê
Zeynep Derya Yildiz: Xebatkara Radyoyê
Arzû Demîr: Xebatkara Radyoyê
Onder Oner: Midûrê ETHA
Ezgî Ozer: Nûçegîhana ETHA
Denîz Bakir: Gerînendeyê Weşana Giştî ya Atilim
Sedat Şenoglû: Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ESP
Ahmet Ayva: Endamê Desteya Rêveberiyê ya Bajêr a HDK
Oyku Dîlara Keskîn: Nûçegîhana JINHA
Xebatkarê Radyoyê Nevcihan ê paşnavê wî nehat diyarkirin.