Di lêpirsîna Redhackê de pîvana bêgunehiyê tê binpêkirin

Parêzerê kesên di lêpirsîna Redhackê de hatine binçavkirin Firat Dûrak got, temamiya muwekîlên wî yên hatine binçavkirin, beriya çend salan di lêpirsîna Redhackê de beraat kiribûn.

Taylan Kûlaçoglû, Alaattîn Karagenç, Abîdîn Çelîk, Ûgûr Cîhan Okûtûlmûş, Ekîn Baykal, Taşkin Yasak ên di operasyona bi navê 'Redhack'ê de roja 25'ê Îlonê hatin binçavkirin û li Şaxê Têkoşîna li dijî Sûcên Organîzeyî ya Enqereyê tên girtin, piştî heft rojan parêzerên xwe dîtin. Parêzer Firat Dûrak ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rewşa muwekîlên wan baş e. Dûrak da xuyakirin, ku bi saya nerazîbûna raya giştî, îşkence û pêkanînên xerab hatine sekinandin û anî ziman, ku moralê Kûlaçoglû û hevalên wî baş e.

Dûrak da xuyakirin, ku muwekîlên wan jê re gotine, kesekî din ê navê xwe nehat zanîn di çarçoveya heman lêpirsînê de hatiye binçavkirin, lê belê tevî hemû hewldanan, navê vî kesî hîn nebûne.

Parêzer Dûrak diyar kir, temamiya muwekîlên wî yên hatine binçavkirin, beriya niha bi salan ji lêpirsîna Redhackê beraat kiribûn û got, "Di doza sala 2010'an de ku li dijî Redhackê hatibû vekirin, beraat kirin. Doza salên 2013-2014'an jî, bi biryara neşopandinê, qediya."

Dûrak da zanîn, ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosya vê dawiyê heye, ew nikarin agahiyan bigirin û bal kişand ser pirsgirêkên li ser meşandina lêpirsînê. Dûrak got, "Redhack kengî çalakiyekê lidar bixe, hevalên ku beriya niha beraat kirine û biryara neşopandina wan hatiye dayîn, tên binçavkirin. Ev yek rewşa li dijî pîvana bêgunehiyê ye. Muwekîlên min niha hewl didin îspat bikin ku bêguneh in."

Parêzer Dûrak bal kişand ser îşkenceya di dema birina şûbeyê de li hevalên wan hat kirin û got, "Ev yek bi tena serê xwe bêhiqûqî ye. Em ê bi hiqûqê bersivê bidin vê bêhiqûqiyê."

...