Ji bo nûçegihana JINHA’yê 15 meh ceza

Ji bo nûçegihana JINHA’yê Fîlîz Zeyrek 15 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Dadgehê hikmê înfazê taloq kir.

Doza nûçegihana Fîlîz Zeyrek a ku di sala 2013’an de bi hinceta ku beşdarî meşa bi şiyara “Ji hişberî, destdirêjî, sîxûrî û helandinê re na” û bi sûcê ku “Propagandaya rêxistinê” kiriye ku hatibû vekirin li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Edeneyê hate pêkanîn.

Di rûniştinê de li gel Zeyrek parêzerên Bîlal Ak û Mahmût Atak ên ku li derve dihatin darezandin jî amade bûn. Di rûniştinê de ji bo her 3 yan cuda cuda bi sûcê “Propagandekirina rêxistinê” û “Muxalifî ji 2911 civîn û meşan re kiriye” daxwaza cezakirinê hate xwestin.

Heyeta dadgehê delîlên heyî li ber çav girtin ji bo Zeyrek û her du kesên din bi sûcê “Propagandakirina rêxisinê” 10 meh û bi sûcê “Muxalifî ji 2911 civîn û meşan re kiriye” jî 5 meh cezayê girtinê lê birîn.

Heyeta dadgehê cezayê 15 mehan ê ji bo her 3 kesan birî biryara taloqkirina ceza jî da.