Encamên kombûna 16. a civata giştî ya KNK'ê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamên kombûna 16. a civata giştî, ku di 1-2'ê Cotmehê de li Brukselê pêk anî, bi danezanekê eşkere kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamên kombûna 16. a civata giştî, ku di 1-2'ê Cotmehê de li Brukselê pêk anî, bi danezanekê eşkere kir.

Danezana encamê bi vî rengî ye:

"KNK'ê di rojên 1-2 Cotmeha 2016'an de li Brukselê civata xwe ya 16. pêk anî. Ji hemû meydanên dîasporayê û Kurdistanê endam, mêvan û çavdêr beşdar bûn. Di roja ewil de wekî edetê salan yê KNK'ê mêvan û endam li ser rewşa bi giştî ya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rawestiyan, analîzên berfireh kirin. Yên nehatî jî mesajên pîrozbahiyê şandin. Di dawiya roja ewilî da beşdaran bi yekdengî deklarasyoneke 20 xalî qebûl kirin û dane bîr û rehiya navxweyî û derveyî welat.

Di roja duyê de rêveberiyê rapora kar û xebata salane ya KNK'ê pêşkêşî endamên KNK'ê kir û endaman jî li ser raporên konsey, komîte û komisyonan bîr û hizirên xwe gotin. Herwiha beşdaran li ser rewşa KNKê jî dîtinên xwe anîn ziman, jibo xebat û plansaziyên dema pêş jî, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

JI BO SÛDWERGIRTINA JI DERFETÊN HEYÎ, TIFAQA NAVXWEYÎ DIVÊ

Di behsê dinyayê û Rojhilata Navîn de gelek bi eşkereyî hate gotin ku şertên derveyî yên serketina doza Kurdistanê gihiştî ne û divê dînamîkên neteweyî bala xwe bidin ser şertên navxweyî ku di serê wan da jî tifaqa navxweyî tê, da ku ji van şert û mercên gihiştî yên li Dinya û navçeyê layiqen istifa de bê kirin.

Di civata giştî de gelek bi zelalî hate destnîşan kirin ku di serî de Amerîka û Rûsya hêzên mezin yên Cihanî, di meydana Rojhilata Navîn de bi temamî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, polîtîk û leşkerî di nav rikeberiyê de ne û di vê prosesê de hindî ku hêza mezin ya yêkgirtî ya Kurdistanê derkeve meydanê û bi vê tifaqê ve prosesa rizgarî û azadiyê bê îdare kirin, wê encamên baştir û serketî bi dest ve bêne anîn.

Di vê çarçoveyê de bi girîngî hate gotin ku divê Kurdistanî di gava destpêkê de di warê polîtîk û leşkerî da hêzên xwe bi koordîne bi kar bînin.

GIRÎNG E HÊZÊN KURDISTANÎ LI PÊŞBERÎ ÊRÎŞKARIYA DEWLETÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ BÊDENG NEMÎNIN

Li ser pozisyonên êrişkar û têkvedaner ên dewleta Tirkiye û Îranê hate rawestan û bi dengekî bilind û hevgirtî hate gotin ku divê hêzên Kurdistanî beramberî van polîtîkayên Tirkiye û Îranê bêdeng nemînin û di her warî da gelek xurt têkoşînê bidin. Êrişkarî û dagîrkeriya dewleta Tirkiyeyê bi taybetî hate destnîşan kirin ku divê dijî Tirkiyeyê xebat û têkoşîneke berfireh bê organîze kirin û dan.

Êrişkariyên dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê yên li bakurê Kurdistanê, girtina polîtîkeran, destdanîna ser şaredariyan û bêdengkirina medyaya Kurdistanê, bi xurtî hate şermezar kirin û bang li hemû dînamîkên Kurdistanê hate kirin ku beramberî vê polîtîkaya birandêr ya dewleta Tirkiyeyê berxwedaneke herî bilind bê nîşan dan.

Keysperestî û fitnekariya rejîma Îranê jî gelek vekirî hate ravekirin û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanê hate kirin ku li dijî vê polîtîkaya avabinkayê ya Iranê hişyar bin û ji bo berterefkirina vê êrişkariya Îranê bi hêza hevgirtî têkoşîn bê dan.

PÊŞNIYARÊN LI REWŞA POLÎTÎK A NAVXWEYÎ YA LI KURDISTANÊ

Di kombûna giştî ya KNKê da bi dil û bîr û hizireke bilind ya welatparêzane, niştimanperwerane li ser rewşa polîtîk ya navxweyî ya li başûr, rojhilat, rojava û bakurê Kurdistanê hate sekinîn û ev xalên jêrîn hatin tewsiye kirin:

- Li başûrê Kurdistanê di warê polîtîk û ekonomîk de tengavî û astengî hene û ev aştiya civakî (sosyal) ya navxweyî jî tehdît dike. Divê pêkve cîhana polîtîk ya başûr û herwisa di serî de Parlemento û hemû dem û dezgehên sivîl û demokratîk di nav xwe de li ser esasê diyalogê rêya çareseriya maqûl peyda bikin û zûtirîn dem di pratîkê da bi cih bikin. Pêwîste rêz ji dam û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbas bibin. Her wiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartina serokatiya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin. Herwisa di pirsa rizgarkirina Mûsilê de jî hêzên neteweyî divê bi hişyariyeke bilind û di nav şêwir û koordînasyoneke berfireh ya navxweyî da hereket bikin ku manewrayên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Mûsil û bi giştî başûr û rojavayê Kurdistanê bêne betal kirin.

- Hêzên polîtîk yên rojhilatê Kurdistanê jî divê di nav xwe de diyalogê xurt bikin û formekî tifaqê peyda bikin û bi hev ra li ser programeke hevgirtî têkoşîna xwe bi koordîne bilind bikin.

- Li rojavayê Kurdistanê haletê berxwedana dijî êrîşên DAIȘ'ê, hêzên din ên kevneperest û rejimê berdewam e. Niha jî dagîriya dewleta Tirkiyeyê dest pê kiriye û li ser destketiyên Kurdistanê gefeke mezin dixwin. Tehdîta dewleta Tirkiyeyê ya li ser rojavayê Kurdistanê divê bi hişyariyeke bilind ya neteweyî bête dîtin û beramberî vê êrişkariyê hemû dînamîkên neteweyî yên li rojavayê Kurdistanê tifaqê bikin û mil bi milê hev dijî dagîrkeriya Tirkiyeyê û êrişên hêzên kevneperest di nav berxwedaneke xurt da bin.

- Hemû dînamîkên neteweyî yên li bakurê Kurdistanê jî divê dijî êrişkariya berfireh a dewleta Tirkiyeyê hêzên xwe bikine yek û di nav koordînasyoneke xurt de ber xwe bidin, têkoşînê bi hev ra bilind bikin.

NÛKIRIN Û AKTÎVKIRINA KNK'Ê

Li ser pêdivî û armancên dînamîkên neteweyî û niştimanî di deklarasyona Civata 16. da bi berfirehî hate rawestan ku ew herweha erkên hemû Kurdistaniyan e ku di pratîkê da bêne bi cih kirin.

Endam her wisa li ser nûkirin, xurtkirin û aktîvkirina KNK'ê jî rawestan ku zemînê KNK'ê bê fireh kirin û dînamîkên li derve mayî jî di vê platformê da bêne kom kirin û KNK bi vê xurtiya xwe ya nû ve baştir bête fonksiyonel kirin.

Civata Giştî her wisa ji hemû endam û dînamîkên neteweyî û niştimanî daxwaz kir ku van xwezî û daxwazên Kurd û Kurdistaniyan yên di platforma KNK'ê de hatine bilind kirin, bi xelk, dewlet û hemû dem û dezgehên dinyayê ra jî rabigihînin û desteka wan ji bo doza Kurd û Kurdistanê temîn bikin.

Kombûna Giştî, civata 16. ya KNKê bi daxwaza herî mezin anku serwextkirin, agahdarkirin, hişyarkirin û organîzekirina Kurdistaniyan ya li ser doza Kurd û Kurdistanê bi dawî bû ku di nav prosesa nû ya Rojhilata Navîn de pirsa Kurdistanê bê çareser kirin."