ROJANE
Hemû Nûçe
-
Protestoyên li derveyî welat dewam dikin: AKP wê hesab bide!
Çalakiyên li dijî operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Yewnanîstan, Elmanya û Kanadayê çalakî hatin lidarxistin û hat gotin, AKP wê hesab bide gel. -
Li Tarsûs û Antalyayê berxwedana li dijî girtinan
Li dijî girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteranli taxên Tarsûsê bendên berxwedanê hatin danîn. Li Antalyayê jî polîsan êrîşî gel kirin. -
Girtina parlamenterên HDP'ê li Erîvanê hate şermezarkirin
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenterên Kurd, şermezar kirin. -
Kurdistaniyên li Adigeyê: Bi xwîna xwe jî be, em ê biparêzin!
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin. Ji Rûsyayê hat xwestin li pêşberî faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne û hat gotin, "Gelê Kurd baş dizane bi xwîna xwe nirxên xwe biparêze." -
Dikandarên li Mersînê dikanên xwe venekirin
Ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî jî di nav de ne şermezar bikin, li navçeyên Akdenîz û Tarsûs ên Mersînê, dikandaran dikanên xwe venekirin. -
Li Edeneyê dikandaran dikanên xwe venekirin
Ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li Edeneyê dikandaran dikanên xwe venekirin. -
Dewletê dest bi seferberiya Îmam-Hatîp kiriye
Erdogan pê dizane, ku ji bo bicihanîna xeyala 'welatekî ji aliyê hemcureyên wî ve tê birêvebirin' divê nifşê xwe amade bike. Di civînekê de qala kar û barên dibistanên Îmam-Hatîp û şêweyê gihandina nifşê olperest-nîjadperest tê kirin. -
HDP'iyên hatin girtin şandin Edîrne, Kandira û Sîncanê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di navde 9 parlamenterên HDP'ê duh hatin girtin. 3 parlamenter jî serbest hatin berdan. Parlamenterên hatin girtin şandin girtîgehên Kocaelî-Kandıra, Edîrne û Sîncanê. -
'Derbeke mezin wê li siberoja hevpar bikeve'
Serokên Giştî yên ÎHD, DÎSK, KESK û hiqûqnasan operasyona qirkirina siyasî nirxandin û gotin, girtina parlamenter û siyasetmedaran, parçeyek ji hewldana guhertina rejîmê ye. Destnîşan kirin, ku welat dikeve nava felaketekê. -
Wekîlên Swêdî ji hikûmeta xwe re gotin: Bes durûtiyê bike
Parlamenterên Partiya Keskan a Swêdê Annîka Lîllemets û Jabar Emîn gotin, bêdengiya Swêdê û Yekîtiya Ewropa li pêşberî pêkanînên Erdogan cihê şermê ye û xwestin, ev durûtî êdî biqede. -
Partiya Çep a Swêdê: Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin
Sjöstedt ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re axivî, got Tirkiye bi awayekî lezûbez ber bi dîktatoriyê ve diçe, êdî divê cîhan li dijî Tirkiyeyê helwestekî eşkere nîşan bide. -
Ozsoy: Dibe ku YE têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bisekinîne
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê, xeta sor a ku cîhana azad nikare qebûl bike, derbas kiriye. -
Ji parêzvantiya mafên mirovan heta siyasetê her tim bi serbilindî sekinî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji parêzvantiya mafên mirovan sala 2007’an wek “Namzetê Hezar Hêviyan” di siyasetê de cih girt, bi komployek siyasî hat girtin. -
Dorû: Divê YE peyamên hê tundtir bide
Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû îfade kir ku divê êdî Yekîtiya Ewropayê ji bilî daxuyaniyên “fikar” û “metirsî” daxuyaniyan biweşîne. Dorû got ku pêwîst e YE peyamên hê tundtir bide. -
Bernath: Erdogan ji zimanê zextê fêhm dike
Der Standard: Ya ku cîhan gelekî girîng dibîne û li ser disekine, ne xema rêveberiya Tirkiyeyê ye. Tayyîp Erdogan hem bûye hiqûq, hem bûye dewlet, hem jî bûye îman. Hemû di zikhev de ne. -
Spîegel: Yekîtiya Ewropayê, hevparê sûcê Erdogan e
Li Elmanyayê Kovara Spîegelê di şiroveyekê de dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê di pêvajoya girtina hevserok û parlementerên HDP'î de Yekîtiya Ewropayê jî hevparê vî sûcî ye. -
Darbeya siyasî ya duyemîn a piştî 22 salan
22 sal piştî darbeya li dijî parlamenterên DEP'ê, ku di 2'ê Adara 1994'an de hat kirin, cara duyemîn darbeyeke siyasî li tevgera siyasî ya Kurd hat kirin. -
Li Fransayê wê li 4 navendan êrîşên bi ser HDP’ê bên protestokirin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê ji bo çalakiyên ku wê sibehê li dijî faşîzma Tirk bên lidarxistin banga tevlîbûna xurt kir. -
Ciwan daketin kolanan, bi polîsan re şer kirin
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku hevserok jî di nav de ne, li Antalya, Mersîn û Îzmîrê ji aliyê ciwanan ve hate şermezarkirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk şer derket. -
Êrîşên li dijî wekîlên HDP’î li 4 navendan hat protestokirin
Êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê li dar xistin, li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. -
Li Swêdê çalakiyên protestokirina darbeya Qesr/AKP'ê
Li gelek deverên Swêdê darbeya Qesr/AKP'ê ya li dijî HDP'ê hat protestokirin. -
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom, gazî Sefîrê Tirkiyeyê kir
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê ji bo sekna Swêdê ragihîne, gazî Sefîrê Swêdê yê Tirkiyeyê Kaya Turkmen kir. -
Parlamenterên Danîmarkî peyamên piştgiriya HDP’ê dan
Parlamenterên Partiya Enhedslisten a Danîmarkayê Nikolaj Villumsen û Pernille Skipper bi rêka dîmenekê kurt ve girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê û binpêkirinên mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê protesto kirin -
Salih Muslîm li Zanîngeha Hambûrgê axivî
Li Hambûrga Almanyayê bi beşdarbûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm panelek hat lidarxistin. Li Zanîngeha Hambûrgê bi sedan kes beşdarî çalakiya hevpar a NAV-DEM û Weqfa Rosa Luxemburgê bûn. -
Li dehan bajarên din ên Ewropayê ji bo HDP’ê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî operasyonên pelçiqandin û dîlgirtinê yên ku faşîzma Erdogan li dijî HDP’ê û îradeya gelê Kurd pêk anî, bi dehan bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî li dar dixin.