Êrîşên li dijî wekîlên HDP’î li 4 navendan hat protestokirin
Êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê li dar xistin, li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin.
Êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê li dar xistin, li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin.
BODENSEE
Kurdistaniyên li Bodensee girtina 7 wekîlên HDP’î protesto kirin.
Zêdetirî 200 Kurdistaniyan li ber Sefaretxaneya Tirk a li Bregenzê li hev civiyan, girtina HDP’iyan bi dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Duh Hîtler, Îro Erdogan”, “Bijî HDP’e” protesto kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, hate ziman ku wê girtina wekîlên HDP’î ti carî neyê qebûlkirin.
Girseyê piştî axaftinan çelenga reş danî ber deriyê Sefaretxaneya Tirk.
LINZ
Li bajarê Linz ê Awûstûryayê jî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê hatin protestokirin.
Kurdistaniyên ku li Schillerplatz kom bûn, heta Hauptplatzê meşek li dar xistin û piştre veguherandin mîtîngê.
Di mîtîngê de êrîşên li dijî HDP’ê hat şermezarkirin, hat xwestin ku siyasetmedarên girtî bi bayê lezê bên berdan. Helwesta Ewropayê hat rexnekirin, bang lê hat kirin ku bêdeng nemîne.
Girseya ku alên HDP’ê rakirin, dirûşme berz kirin, belavokên bi zimanê Elmanî yên têkîldarî mijarê belav kirin.
BEILEFELD
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ji bo protestokirina dîlgirtina wekîlên HDP’î meşek hat lidarxistin. Meş a ku bi sedan Kurdistanî tevlî bibûn, j istasyona trenê ya navendî heta Qada Jahn dewam kir. Çalakger, piştre li ser heman rêkê vegeriyan û çalakiya xwe li stasyona trenê bi dawî kirin.
TROISTORF
Li bajarê Troistorf ê Elmanyayê jî çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Meşa ku bi însiyatîfa Meclîsa Gel a Troistorf û Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan hat organîzekirin, li Koln Strasseyê dest pê kir.
Girseya ku dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin”, “Lêxê Gerîla Lêxê Dijminan Bin Erdê Xe” berz kirin, li ber Şaredariya Troistorfê mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiyê de têkîldarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Bonnê Ayda Ekmez Kiliç, Nûnerê PYD’ê Celal Efrîn, Serokê Meclîsa Gel a Brîtanyayê Alî Poyraz axivîn.