Ciwan daketin kolanan, bi polîsan re şer kirin

Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku hevserok jî di nav de ne, li Antalya, Mersîn û Îzmîrê ji aliyê ciwanan ve hate şermezarkirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk şer derket.

Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku hevserok jî di nav de ne, li Antalya, Mersîn û Îzmîrê ji aliyê ciwanan ve hate şermezarkirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk şer derket.

MERSÎN

Li navçeya Tarsûs a Mersînê, girseya gel daket kolanan, deng derxist û meşiya. Piştî vê meşê, gel li malên xwe jî çalakiya dengderxistinê lidar xist û ciwanan li kolanan dest bi nobedê kirin. Ciwan li taxên Fahrettînpaşa, Barbaros, Tozkoparan û Şahînê daketin kolanan û dirûşmên "Bijî Seork Apo" û "Berxwedan" qîriyan. Polîsên Tirk ên xwestin bikevin nava taxan, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiva êrîşa polîsan dan. Ji ber berxwedana ciwanan polîs nekarîn bikevin nava taxan. Nobeda ciwanan dewam dike.

ANTALYA

Li taxa Habîpler a navçeya Kepez a Antalyayê, ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên HDP'ê, welatî derketin derve. Çalakgeran deng derxistin, lê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Welatiyan bi berxwedanê bersiv dan êrîşa polîsan û çalakiya xwe li nava kolanan dewam kirin. Ciwan bi kevir, molokofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan a bi gazê û ava şid. Berxwedana ciwanan a li nava kolanan dewam dike.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî, ciwan bi heman armancê danê êvarê daketin qadan. Li semtên Bayrakli, Kadîfekale û Lîmonpteyeê ciwan li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Zext nikarin bi me", "Ciwan canfedayên Apo ne", "TC a dagirker ji Kurdistanê bicehime" meşiyan.

Ciwanan dikandar û qehwexane ziyaret kirin û ji gel xwestin, nerazîbûnê nîşan bide. Li ser vê banga ciwanan gelek ji dikandaran dikanên xwe girtin û mirovên li qehweyan jî destek dan çalakiyê. Meşa ciwanan heta nîvê şevê dewam kir. Polîsan xwestin êrîş bikin, lê ciwanan bi xweparastinê bersiv dan. Şerê li herêmê dewam dike.

Li aliyê din li pêşiya metroya Çankayayê bombeya deng teqiya. Polîsên ku piştî teqînê hatin cihê bûyerê, rê li trafîkê girtin.