Protestoyên li derveyî welat dewam dikin: AKP wê hesab bide!
Çalakiyên li dijî operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Yewnanîstan, Elmanya û Kanadayê çalakî hatin lidarxistin û hat gotin, AKP wê hesab bide gel.

ATÎNA: Li bajarên Atîna û Lavrîonê, Kurdistaniyan operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin. Li Atînayê, di çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Berxwedan jiyan e" hatin qîrîn û ji bo meşa sibê banga tevlîbûnê hate kirin. Li Lavrîonê jî Kurdistaniyan gotin, ew ê çalakiyên xwe bênavber bidomînin.
NURNBER: Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ên li ber Mala Gel a Medyayê li hev civiyan, heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan. Li vê derê dijînên "Bijî Serok Apo", "Faşîst Erdogan", "Kujer AKP", "Dewleta kujer wê hesab bide gel" hatin qîrîn. Danê nîvro jî girseya gel li Aûsesplatzê li hev civiya û heta tasyona trenê meşiya. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, her wiha ji bo çalakiyên xwedîderketina li HDP'ê banga tevlîbûneke xurt hate kirin.
MONTREAL: Kurdên li bajarê Montreal ê Kanadayê dijîn, çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin. Li meydana Place des Spectaclesê, Meclîsa Gelê Kurd bi beşdariya bi sedan Kurd, komunîst û komên anarşîst çalakî lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî li vir hat dayîn û hat gotin, ew ê li ber vê darbe û qirkirina siyasî bêdeng nemînin.
KOPENHAGEN: FEY-KURD'ê bi partiyên li Parlamenta Danîmarkayê re li ser êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê û Kurdan hevdîtin pêk anî. Nûnerê Partiya Alternatîf diyar kir, ew destekê didin têoşîna demokratîk a gelê Kurd û wê piştgiriya xwe bidomîne.