Darbeya siyasî ya duyemîn a piştî 22 salan
22 sal piştî darbeya li dijî parlamenterên DEP'ê, ku di 2'ê Adara 1994'an de hat kirin, cara duyemîn darbeyeke siyasî li tevgera siyasî ya Kurd hat kirin.
22 sal piştî darbeya li dijî parlamenterên DEP'ê, ku di 2'ê Adara 1994'an de hat kirin, cara duyemîn darbeyeke siyasî li tevgera siyasî ya Kurd hat kirin.
Parlamenterên Kurd, ku Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan, Selîm Sadak, Ahmet Turk, Sirri Sakik jî di nav de bûn, di 2'ê adara 1994'an de bûn hedefa darbeyê. Di ser vê darbeyê re 22 sal derbas bûn. Piştî 22 salan, vê carê di serdema hikûmeta AKP'ê de darbeyeke mezin li siyaseta Kurd hat kirin. Darbeya duyemîn hê berfireh e. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Amîrê Îdareyê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, parlamenter Ziya Pîr, M. Alî Aslan, Ferhat Encu, Nûrsel Aydogan, Abdullah Zeydan, Gursel Yildirim, Selma Irmak hatin binçavkirin.
Mîna wî dîmenê ku parlamenterên DEP'ê bi darê zorê ji Meclîsê hatin derxistin û binçavkirin, polîsan deriyê malên Hevserokên HDP'ê şikandin û ew binçav kirin. Di serdema DEP'ê de bi şeklî jî be, têkildarî parlamenteran yek bi yek fezlekeyên li ser sûcdariyan hatin amadekirin û piştî nirxandina van fezlekeyan yek bi yek li meclîsê, destnedanan wan hatin rakirin. Lê ji parlamenterên HDP'ê re mafê xweparastinê jî nehat naskirin û bi rengekî giştî mafê wan ê destnedanê hate rakirin.
AKTORÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ LI BINÊ ÇAVAN E
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken ên hatin binçavkirin balê dikişînin. Ev her sê nav, di navbera salên 2013-2015'an de aktorên sereke yên pêvajoya muzakereyê ya navbera dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Demîrtaş tevlî hevdîtinên destpêkê bû. Piştre di hemû hevdîtinan de ji Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken û Sirri Sureyya Onder cih girtibûn.
Ev her du şexsiyet, di 28'ê Sibata 2015'an de, dema Mutabaqata Dolmabahçeyê hate xwendin, weke nûnerê aliyê Kurdan li dora maseyê rûniştî bûn. Çend roj berê, Ayla Akat Ata ya ku di hevdîtinên ewilî de amade bû, hatibû girtin.
CIVÎNA BILIND A OPERASYONÊ YA DU 'REÎS'AN
Balkêş e operasyona binçavkirinê ya nîvê şevê li dijî parlamenterên HDP'ê dest pêkir, piştî civîna bilind a navbera Serokkomar Erdogan û lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ya li Beştepeyê, pêk hat. Bahçelî bi dosyayekê berê xwe dabû Beştepeyê û rayedarên MHP'ê jî gotibûn, ew nizanin di dosyayê de çi heye. Bahçelî ji aliyê 'Ulku Ocaklari' ve, Erdogan jî ji aliyê AKP'yiyan ve weke 'reîs' tên binavkirin.