Li Swêdê çalakiyên protestokirina darbeya Qesr/AKP'ê
Li gelek deverên Swêdê darbeya Qesr/AKP'ê ya li dijî HDP'ê hat protestokirin.
Li gelek deverên Swêdê darbeya Qesr/AKP'ê ya li dijî HDP'ê hat protestokirin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê Kurdistanî û dostên wan li ber Sefîrxaneya dewleta Tirk kom bûn û binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê protesto kirin.
Qisekeran destnîşan kirin ku wê gelê Kurd û dostên wan li beramberî darbeya faşîst a AKP'ê ku li dijî îradeya gelê Kurd pêk anîn bêdeng nemînin, xwedî li hevşaredar û parlamenterên girtî derkevin. Her wiha bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li dijî dewleta Tirk ambargoyê bi kar bînin.
Çalakgeran domahiya pêşandanê dirûşmeyên "Qatil Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikşînin", "Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan", "HDP'e gel e, gel li vir e", "Lêxê Gerîla Lêxê, Dijminan Bin Erdê Xe" berz kirin.
GOTEBORG
Bi sedan kesên ku ji bo darbeya AKP'ê û lobîkarên AKP'ê yên li Şaredariya Kungalvê protesto bikin ketin avahiya şaredariyê û hesab ji rêveberên şaredariyê xwestin.
Ji bilî dirûşmeyên ku zextên li ser HDP'ê lenet dikin, dirûşmeyên "Şaredariya Kungalvê destekê dide DAÎŞ'ê", "Em ê rê nedin AKP'ê" berz kirin.
Çalakgeran dan xuyakirin ku wê îro hê xurttir werin şaredariyê û destûrê nedin ku tetîkkêşên AKP/Qesrê baxivin.
UPPSALA
Li bajarê Uppsala jî saet 16.00'an bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Çep, Kesk û Lîberal mîtîngek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HDP, HPG û YPG'ê hatin rakirin, dirûşmeyên "Ji Kurdistanê Re Statu Ji Serok Re Azadî", "Faşîst Tirkiye", "Dîktator Erdogan", "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.
Qisekeran bal kişandin li ser lîstokên qirêj ên dewleta Tirk, van polîtîkayên wê yên înkar û îmhayê şermezar kirin.
Her wiha Muzîsyenên Swêdî jî tevkariya çalakiyê kirin û destekên xwe bi stranên xwe anîn ziman.
HELSINGBORG
Kurdistanî û dostên wan li gara trenê ya navendî ya li Helsingborgê civiyan, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Domahiya çalakiyê de ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û HDP'ê hatin rakirin, dirûşmeyên "Dewleta Tirk ji Kurdistanê Biceheme", "Erdoganê Faşîst Wê Hesab Bide" hatin berzkirin.
MALMO
Di çalakiya gara trenê ya navendî de ji bilî Kurdistaniyan gelek Swêdî jî amade bûn. Çalakgeran dowîz û pankartên ku darbeya AKP/Qesrê protesto dikin rakirin, têkîldarî darbeyê gel agahdar kirin û belavok belav kirin.
Qisekerên Kurdistanî û Swêdî xwestin ku Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bang li Sefîrê Tirk bike û êrîşên li dijî HDP'ê şermezar bike. Domahiya çalakiyê de dirûşmeyên ku lenetê li AKP'ê dibarînin hatin gotin.
LI STOCKHOLM WÊ ÎRO ÇALAKIYE GIRSEYÎ BÊ LIDARXISTIN
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê daxuyaniyek nivîskî weşand, êrîş û girtinên li dijî HDP'ê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku wê ev darbeya faşîst a li dijî îradeya gelê Kurd, girtina wekîlên HDP'ê neyê qebûlkirin û banga li hikûmeta Swêdê tê kirin ku xwedî helwestek zelal û vekirî be.
Meclîsa Jina Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku li dijî darbeya Qesr/AKP'ê rabin û îro tevlî pêşandana li Stockholmê bibin.
Çalakiya li Stockholmê îro saet 13.30'an li Parka Humlegården dest pê dike. Piştre wê Kurdistanî û dostên wan ber bi navenda bajêr ve bimeşin.
GAVLE
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavle û Komuna Jinê ya Warşîn ji bo protestokirina Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 wekîlan, îro li qada li navenda bajêr çalakî li dar xistin.
Girse saet 15.00'an li Qada Gavle Stortorgetê kom bû, pankart rakirin û dirûşme berz kirin.
Li ser navê Komuna Jinê ya Warşîn Turkan Kaya axivî, diyar kir ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê veguherîna li Tirkiyeyê ferz dikir û dewleta ku vê dît vegeriya konsepta beriya salên 80'î.
Li ser navê Partiya Çep jî Sandra Soderqvist axivî, ragihand ku wek çavdêr tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bûye û diyar kir ku ji ber şahidiya hin bûyeran kiriye îro li ber van matmayî namîne. Soderqvist, axaftina xwe bi gotina "Em ê teqez Erdogan rawestînin" bi dawî kir.
Siyasetmedara Kurd Jin Akgul Haco jî der bir ku wek parçeyekî li diî Kurdan, AKP û Qesrê berê xwe daye HDP'ê, got; "Ji bo rawestandina vê pêvajoyê divê em li qadan bin" û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku qadan vala nehêlin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Îsmet Ûzûn jî wiha axivî; "Tevgera Azadiyê ya ku DAÎŞ rawestandî, wê bêguman Erdogan jî rawestîne."