Dorû: Divê YE peyamên hê tundtir bide

Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû îfade kir ku divê êdî Yekîtiya Ewropayê ji bilî daxuyaniyên “fikar” û “metirsî” daxuyaniyan biweşîne. Dorû got ku pêwîst e YE peyamên hê tundtir bide.

Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê piştî ku wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin, bi gelek wezîrên karên derve û rayedarên Yekîtiya Ewropayê re civiyaye.

Li gor agahiyên ku Nûnerê HDP’ê Eyyup Dorû dan ANF’ê, hevdîtin li gel Nûnera Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî, Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz, Serokên komên siyasî yên Parlamentoya Ewropayê, wezaretên karên derve yên Îtalya, Elmanya, Swêd, Norwêc, Danîmarka, Awûstûrya, Belçîka, Yewnanîstan, Fransa re pêk hatiye.

Dorû wiha got; “Di tevahî hevdîtinan de me got ku hikûmet vê pêvajoyê ber bi heriyê ve dajo, ti mantiqekî wan ê çareseriyê nîne û pêwîst e YE bi awayekî cîdî helwesta xwe ya alîgirtiya demokrasiyê deyne holê.”

Dorû ragihand ku piranî fikrên wan hatine qebûlkirin û wiha dewam kir; “Tevahî welatan îfade kirin ku pêwîst e atmosfera şerî ya mabeyna PKK’ê careke din veguhere hevdîtinan û bikeve pêvajoyek çareseriye siyasî.”

DAXUYANIYÊN BI ‘FIKARAN’ RE SÎNORDAR CESARETÊ DIDE ERDOGAN

Nûnera Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, wezîrên Parlamentoya Ewropayê û gelek welatan daxuyanî dan û fikarên xwe anîn ziman.

Dorû bêyî navan bide, anî ziman ku hin welat alîgir in ku li dijî dewleta Tirk helwestên tund û zelal bên danîn.

Dorû diyar kir ku daxuyaniyên bi ‘fikar’ û ‘metirsîdar’ re sînordan ti tiştekî ji bo dewleta Tirk îfade nake û Erdogan ajandaya xwe ya siyasî didomîne, wiha pê de çû; “Yekîtiya Ewropayê wê di asta Komîteya Wezîran de biryarê bigre. Di vê mijarê de hevdîtin hene. Hêvîdar im ku daxuyanî wê veguherin helwesteke cîdî. Îfadeyên bi ‘fikar’ û ‘metirsîdar’ re sînordar Erdogan ranawestînin. Pêwîst e helwesteke cîdî hebe.”

‘WÊ TIRKIYEYÊ BIBE MÎNA SÛRIYEYÊ!’

Dorû daxwazên xwe yên têkîldarî Yekîtiya Ewropayê wiha rêz kir;

“Em ji Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku bi awayekî eşkere ji bo berdana siyasetmedarên girtî zextê bike. Em li Tirkiyeyê partiya sêyemîn li Kurdistanê jî ya yekemîn in. Ev divê ji hêla NY û YE ve bê dîtin. Eger bêwatebûna rêkên demokratîk derkeve holê, wê demê bi ti awayî şertên ku pirsgirêk li ser maseyê bên nîqaşkirin wê çênebin û wê Tirkiyeyê bibe mîna Sûriyeyê.”

EM PEYAMÊN HÊ TUNDTIR JI YE HÊVÎ DIKIN

Dorû li dijî hevpeymanên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê yên li ser polîtîkaya penaberan nerazîbûn nîşan da, der bir ku bêdengiya li Ewropayê ji ber vê polîtîkaya xelet e. Dorû wiha dom kir; “Gelek nûnerên dewletan jî vê dibêjin. Erdogan wek amûrekî zextê penaberan bi kar tîne. Mirovên ku mexdûrên şer in jî ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk dixebitîne. Di vê mijarê de Ewropî bêyî sînor tawîzan didin, lê li gor min ev êdî her ku diçe kêm dibe.”

Dorû di dirêjiya axaftina xwe de got peyamên hê tundtir ji Yekîtiya Ewropayê hêvî dikin.

Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê wê roja Sêşemê têkîldarî mijarê li Parlamentoya Ewropayê civînek çapemeniyê li dar bixe.