BI DÎMEN

Dewletê dest bi seferberiya Îmam-Hatîp kiriye

Erdogan pê dizane, ku ji bo bicihanîna xeyala 'welatekî ji aliyê hemcureyên wî ve tê birêvebirin' divê nifşê xwe amade bike. Di civînekê de qala kar û barên dibistanên Îmam-Hatîp û şêweyê gihandina nifşê olperest-nîjadperest tê kirin.

Weke dewama civîneke mezin a bi beşdariya wezîr, li navçeyê civînek tê lidarxistin û qeymeqam, muftî, midûrên perwerde û dibistanê, komeleyên îmam-hatîp li hev dicivin. Li gorî vê yekê; hemû bajar, navçe û gund di çarçoveya vê rêxistinbûnê de ne. Armanca bingehîn ew e, ku berê malbatan û xwendekaran bidin dersên hilbijartî ku bi saya van dersan wan tevlî dibistanên îmam-hatîp bikin.

Sîstem bi vî rengî dixebite: Muftî, midûrên perwerdeya milî, midûrên dibistanan, walî yan jî alîkarê walî yê pêwendîdar û komeleyên îmam-hatîp ên li bajaran, wê bi kes-saziyên bi xwe ve girêdayî yên li navçeyan re bi rêk û pêk li hev bicivin, performansa xwe binirxînin, encaman bikin rapor û bi rêk û pêk van raporan bigihînin Erdogan.

Qeydeke deng a gihîşt ANF'ê, nîşan dide ku cîhana Îmam-Hatîban organîzasyoneke çawa ye. Ku ev yek xewn û xeyala Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan e. Bi qasî ku ji axaftinan tê fêhmkirin, civîn li navçeyekê tê lidarxistin. Qeymeqam serokatiyê ji civînê re dike. Lê belê pêşkêşiya bingehîn ji aliyê muftiyê navçeyê ve tê kirin. Di civînê de midûrên perwerde û dibistanan û wezîfedarên taybet amade ne. Kar û barên divê werin kirin, yek bi yek tên vegotin.

Di qeyda deng de ku me li jêrê lînka wê parve kirine, tê fêhmkirin ku ev civîna li navçeyê hatiye kirin weke dewama civîna mezin a ji bo 81 bajaran e. Qeymeqamê navçeyê yê civînê dide destpêkirin, di heman demê de koordînatorekî navendî ye. Qeymeqam, ji bo gihandina mirovekî li gorî dilê dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, qala girîngiya dibistanên Îmam-Hatîp dike. Vedibêje ku bi çi rengî dikarin daxwazê zêde bikin û ji bi civakîkirina mijarê, bi çi rengî dikarin aliyên sivîl lê zêde bikin. Timî destnîşan dike ku ev yek polîtîkayeke dewletê ye û bi koordînasyona Serokkomar ve tê meşandin. Dibêje ku wî li navçeya berê lê wezîfedar bû, komeleyên Îmam-Hatîp ava kiriye û bi tevlîkirina van re hejmara Îmam-Hatîbiyan zêde kirine.

RAPOR TÊ NIVÎSANDIN

Dema civînê dide destpêkirin, ji yekî dixwaze not bigire, raporê binivîsîne. Qeymeqam dide zanîn ku li her bajar û navçeyan di bin hîmayeya Serokkomar Erdogan de platform hatine avakirin; li bajaran muftiyê bajêr, li navçeyan jî mutfiyên navçeyê hatine wezîfedarkirin. Destnîşan dike, ku armanca dewletê; vegotina olê rast ji bo siberoja xwe ye.

Qeymeqam diyar dike, ku rêbaza herî guncaw a dewletê, ola herî rast, wê i gorî Ehlî Sunet bide û tîne ziman ku her meh wê bi rêk û pêk civîn were lidarxistin; encamên civînan bên nirxandin û weke raporekê were amadekirin. Qeymeqam herî dawî vê hişyariyê dike/gefê dixwe û mafê axaftinê dide muftiyê navçeyê: "Ez dizanim ku hûnê bi hesasiyetê nêzî biryarên bên standin bibin û van biryaran bi cih bînin."

DEWLET DIXWAZE DI SALA 2017'AN DE BERÊ JI SEDÎ 17 Ê XWENDEKARAN BIDE VAN DERSAN

Muftî piştî vegotina polîtîkaya bingehîn dest bi axaftinê dike û bibîr dixîne ku di mehên Îlon û Cotmehê de bi serokatiya Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî ku bi xwe jî Îmam-Hatîbî ye, civîn hatiye lidarxistin. Li gorî vegotinên muftî; walî, qeymeqam, midûrên perwerdeyê yên bajara û navçeyan, muftiyên bajar û navçeyan, nûnerên komeleyên Îmam-Hatîp û rêxistinên nêzî hikûmetê tevlî civînê bûne. Di civînê de li bajar û navçeyan hejmara giştî ya xwendekaran, rêjeya xwendekarên li Îmam-Hatîp û dibistanên din dixwînin; hejmara xwendekarên weke dersa hilbijartî dersa Quran û Siyerî-î Nebî hilbijartine, hatin nirxandin. Armanca dewletê ew e ku di sala 2017'an de berê ji sedî 17 ê temamiya xwendekaran bide van dersan. Lê belê plansazî ne tenê ji bo sala 2017'an e. Organîzasyonek tê destnîşankirin, ku di vê timî vê çerxê bigerîne.

REWŞA RÊXISTINÎ YA VÊ ORGANÎZASYONÊ

Muftî rewşa rêxistinî ya vê organîzasyonê dubare dike: li bajaran muftiyê bajêr, walî, midûrê perwerdeya milî yê bajêr, midûrên dibistanan, komeleyên Îmam-Hatîp û rêxistinên di bin hîmayeya AKP'ê de ne. Li navçeyan jî muftiyê navçeyê, qeymeqam, midûrê perwerdeya milî yê li navçeyê, midûrên dibistanan, komeleyên Îmam-Hatîp û rêxistinên ser bi AKP'ê ve. Tevî ku amîrên mulkî jî hene, koordîasyona sereke ji aliyê muftiyan ve tê kirin. Her meh li bajar û navçeyan civînên bi rêk û pêk tên kirin. Di civîna destpêkê de, ji midûrên hemû dibistanan ji bo roja bê dane tên xwestin. Li bajar, navçe û gundan hejmara dibistanan û xwendekaran; ji nava van rêjeya dibistanên Îmam-Hatîp (lîse û dibistana navîn), hejmara xwendekarên Îmam-Hatîp  rêjeya wan di nava hejmara giştî de; rêjeya xwendekarên dersên Quranê û Siyer-î Nebî weke dersên hilbijartî xwestine, tê tespîtkirin. Di civîna din de jî pêşketina di vî warî de, cihê xitimandî û pirsgirêk tên nîqaşkirin û weke raporê tên amadekirin. Çerxa vê yekê, ji jêrê ber bi jorê ve digere. Serokkomar Erdogan ku ew kes e, li asta herî jor a vê organîzasyonê cih digire, di heman demê de asta herî bilind e ku rapor digihêjin ber destê wî û performansa heyî dipîve.

MIDÛR, RÊVEBER Û MAMOSTE DI MIJARA HILBIJARTINA DERS Û DIBISTANAN DE BANDORÊ LI XWENDEKARAN DIKIN

Li gorî vegotinên muftî û qeymeqam; li ser rûyê erdê ev tên kirin: Hilbijartina dibistanê û dersa hilbijartî, ji însiyatîfa xwendekar û malbatên wan re nayê hiştin. Dewlet bi van rêxistinên xwe tevlî vê yekê dibe û înstiyatîfê dixe destê xwe. Midûr, rêveber û mamosteyên dibistanan, tevî ku sûc e, di vê mijarê de bandorê li xwendekaran dikin û berê wan dide dersên dixwaze. Mamosteyên dibistana seretayî di mijara dersên hilbijartî û hilbijartina dibistana navîn de bandorê li xwendekar û malbatên wan dikin. Muftî, qeymeqam, midûrê perwerdeyê, rêveberiya dibistanê û rêxistinên AKP'ê komîsyonekê ava dikin û diçin cem malbatan. Bi vî rengî hem xwendekaran hem jî malbatên wan 'qanih' dikin. Midûr û mamosteyên dibistanan neçar in bikevin nava hewldanan û hejmarê zêde bikin.

Gelo valahiya mamosteyan çawa tê dagirtin? Di vê mijarê de jî gelek çareseriyên pratîkî hene. Eger koordînatoriya dersên hilbijartî weke polîtîkayeke dewletê ji muftiyên navçeyê re tê dayîn, hingî mele jî weke mamoste tevlî dersan dibin. Ev pozîsyona muftî, berpirsyariya qeymeqam an jî midûrên perwerdeya milî ya navçeyê kêm nake.

ASTA DUYEMÎN A CIVÎNÊ

Civîna li navçeyê, bi hişyariyên dawî yên qeymeqam re derbasî asta duyemîn dibe: Bila heta sibê hejmara xwendekaran û tercîhên wan bên nivîsandin û weke raporekê werin amadekirin. Bila midûrên din biçin û bi tenê midûrên Îmam-Hatîp bimînin. Civîn wê bi wan dewam bike. Hevalno tiştekî nehatiye fêhmkirin nîne? Wê performansa hemû berpirsyaran were pîvandin û encamên wê weke raporekê ji jorê re bê pêşkêşkirin. Di hefteya dawî ya her mehê de em ê dîsa li hev bicivin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Bawerim hatiye fêhmkirin...

Û SÎSTEMA PERWERDEYA TIRK LI GORÎ PERSPEKTÎFA OLPEREST-NÎJADPEREST DIXEBITE

Serokkomarê Tirk Erdogan ku ji Îmam-Hatîpê mezûn bûye, lê dîploma wî ya zanîngehê cihê nîqaşê ye, çawa ku beriya bi salan gotibû "Wê Îmam-Hatîbî welêt bi rê ve bibin" û "Welatê Îmam-Hatîbiyan" sîstema perwerdeya Tirk bi rêk û pêk dike. Bi van gavên dawî re sîstem bi temamî li gorî perspektîfa olperest-nîjadperest dixebite.

Egîtîm-Senê ji daneyên Wezareta Perwerdeyê sûd wergirt û ev tespît kir:

* Dibistanên Navîn ên Îmam-Hatîp li gorî par bi 344 dibistanan; lîseyên Îmam-Hatîp jî bi 130 dibistanan zêde bûne. Bi giştî her du celebên dibistanan di nava vê salê de bi 474'an zêde bûne. Di nava saleke ji destpêka sala perwerdeyê heta destpêka sala din a perwerdeyê de, dibistanên navîn ji sedî 35.89; lîse jî ji sedî 23,903 zêde bûn.

* Zêdebûna hejmara van dibistanan û xwendekaran, ji serlêdanên li OYS hatin kirin, eşkere dibe.

* Ji sedî 10 ê temamiya xwendekarên li dibistanên navîn ji dibistanên navîn ên Îmam-Hatî; ji sedî 11.85 jî ji yên lîseyên Îmam-Hatîp pêk tên.

* Di nava 28 celebên dibistanan de, lîseyên Îmam-Hatîp ji aliyê hejmara xwendekaran ve piştî lîseyên Giştî û Hîndekariya Vekirî di rêza 3. de ne. Berî 5 salan di rêza 5. de bûn.

HEMÛ DERFETÊN DEWLETÊ SEFERBER KIRIN

Serokê berê yê Egîtîm-Senê Alaaddîn Dînçer da xuyakirin, ku armanca sîstema 4+4+4 mezinkirina dibistanên Îmam-Hatîp e, di nava 4 salan de derbaskirina hejmara mîlyonekê ye; ji bo vê jî hemû derfetên dewletê seferber kirine. Dînçer diyar kir, di destpêka sala 2016'an de ev hejmar gihîşt 1.2 mîlyonî û bi vî rengî ev hedef hatiye derbaskirin. Dînçer destnîşan kir, ku perwerdeya olî û mûxafazakarkirina civakê hevdu xwedî dike. Dînçer di beşa nirxandin û encamê ya rapora xwe de vê destnîşan dike:

* Hemû şêweyên îtibar û teşwîqê veguherandine destekê. Desthilatdarî di navbera dibistanan de cihêkariyê dike. Razemeniyên hatine kirin, êdî encaman didin. Êdî Îmam-Hatîp nema 'hewşa pişt' e.

* Bûrjûvaziya rantiye û şantiye, bûye çakaniya sereke ya xwedîkirinê. Diyanet, medya, burokrasî, rêveberiyên herêmî, dadgerî, ewlekarî, weqf, cemaet, komele û sendîka bi yek wicûd, ji bo xurtkirin û parastina dibistanên Îmam-Hatîp ketine nava hewldanan.

* Bijarteyên nifşê nû yê desthilatdariyê ji Îmam-Hatîban derbas bûne, di nava qada cemaweriyê de cih girtine û bandorê li vê qadê dikin. Bi gotina, 'edeb, terbiye, exlaq, fazîlek, li ban dibistanan dikarin bên hînkirin' berê xwendekaran dibin vê derê.

* Mezûnên Îmam-Hatîp ên di zanistên fen û giştî de binketÎ ne, hewl didin li qada zanistên civakî ji xwe re cihekî bibînin.

* Veguherîna lîseyên giştî bi kêrî lîseyên Îmam-Hatîp hatin. Di perwerdeyê de 'sîstema denge frenê' têk çû. Pêvajo bi kêrî saziyên ku perwerdeya olî didin, tê.

* Eger zêdebûn di vê astê de bidome, wê hejmara xwendekarên saziyên ji dibistana olî dixwînin di nava 5 salan de bibe ji sedî 25 ê temamiya xwendekaran.

Li gorî stratejiya guhertina civakê ku ji aliyê AKP/Qesrê ve tê meşandin, dibistanên sereke yên li taxên ku jiyana sekuler a civakê lê bilind e, vediguherin Îmam-Hatîban.

* Kadro, pispor û hemû personelên rejîma nû ya tê avakirin, wê ji Îmam-Hatîban peyda bibin. Mîsyoneke bi vî rengî ji Îmam-Hatîban re hatiey dayîn.

HEJMARÊN BALKÊŞ

* Di sala hîndekarî-perwerdeyê ya 2012-2013'an de 99 hezar dibistanên navîn ên Îmam-Hatîp hebûn. Ev hejmar di sala perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015'an de 1.597 heb dibistanên din lê zêde bûn.

* Di sala perwerde-hîndekariyê ya 2012-2014'an de hejmara xwendekarên li van dibistanan dixwendin 94 hezar 467 bû, di sala perwerde-hîndekariyê ya sala 2015-2016'an de bi pênc qadan zêde bû û gihîşt 458 hezar 997.

* Di sala perwerde-hîndekariyê ya 2011-2012'an de li 537 lîseyên Îmam-Hatîp 268 hezar 245 xwendekar hebûn, di sala perwerde-hîndekariyê ya 2015-2016'an de hejmara xwendekarên li 1.149 lîseyan gihîşt 555 hezar 870. Dema 121 hezar 335 xwendekarên li lîseya Îmam-Hatîp a Hîndekariya Vekirî lê were zêdekirin, ev hejmar digihêje 677 hezar 205 kesî. Her 15 ji 100 xwendekarên lîseyê dixwînin, ji Îmam-Hatîp in.

* Hejmara mamosteyên li dibistanên navîn ên Îmam-Hatîp wezîfe dikirin 17 hezar 325 bû, lê ev gihîşt 23 hezar 834 kesan. Hejmara dersxaneyan 10 hezar 385 bû, gihîşt 15 hezar 792'an. Li dibistanên navîn ên Îmam-Hatîban serê 21 xwendekaran mamosteyek heye. Li Tirkiyeyê ku pêwîstiya bi dersxane û mamosteyan di asta herî bilind de ye, balkêş e ku li van dibistanan ji aliyê kadroyên mamosteyan ve bi avantaj e. 

Armanca kurê Serokkomar Bîlal Erdogan ew bû ku di nava 5 salan de mîlyonek Îmam-Hatîbî bê peydakirin. Ev hejmar di nava salekê de bi dest ket.

WEZÎR AVCI ÇI GOTIBÛ?

Parlamenterê CHP'ê yê Mersînê Aytûg Atici ev rexne kiribû: "Quran, jiyana Hazretî Mûhammed, pêxemberê me bûne dersa hilbijartî. Lê belê, ji ber ku li dibistanan bi têrkerî serlêdanên xwendekaran ji bo van dersan nîne, xwendekarên ji bo dersên perwerdeya bedenê, muzîk û wêneyan serlêdanê dibin ji mecbûrî li van dersan tên bicihkirin". Wezîrê Perwerdeya Milî yê beriya niha Avc ev bersiv da bû vê rexneyê: "Dersa hilbijartî a ji neçarî nîne, dersên hilbijartî hene. Belê, ne tenê li ser dersên Quranê yan jî Siyerî Nebî, li ser hemû dersên din ên hilbijartî, agahî tên ku rêveberên dibistanê bi hincetên cuda, bi gotina 'mamosteyên wê dersê nîne' yan jî 'daxwazeke têrker ji bo wê dersê nîne' hewl didind axwazên xwe bi malbatan an jî xwendekaran bidin qebûlkirin. Hema hema li ser hemû dersan, hin agahî tên ku rêveber, midûr, alîkarê midûr an jî mamoste hewl didin daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Em di vî wawrî de hişyariyên xwe dikin."