Ji parêzvantiya mafên mirovan heta siyasetê her tim bi serbilindî sekinî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji parêzvantiya mafên mirovan sala 2007’an wek “Namzetê Hezar Hêviyan” di siyasetê de cih girt, bi komployek siyasî hat girtin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji parêzvantiya mafên mirovan sala 2007’an wek “Namzetê Hezar Hêviyan” di siyasetê de cih girt, bi komployek siyasî hat girtin.
Siyasetmedarê Kurd Demîrtaş ku li dijî siyaseta Tirk a olperest, zimanperest, nîjadperest, mezhebperest û cinsiyetperest her tim zimanê aştî, xwişktî, biratî, dostanî û piştevaniyê bi kar anî, bi îdîayên “propagandaya rêxistinê kiriye”, “pesnê sûc û sûcdaran daye” tê tewanbarkirin.
Selahattîn Demîrtaş ê dema parêzerekî ciwan bû, sala 2004’an ji bo Serokatiya Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Amedê hat hilbijartin, sala 2007’an di lîsteya “Namzetên Hezar Hêviyan” de wek parlamenterekî serbixwe ket meclîsa Tirkiyeyê. Demîrtaş ê li Elezîzê ji dayik bûye û 43 salî ye, piştî li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Hiqûqê bi dawî kir, li Amedê parêzertî kir, li şaxa ÎHD’ê rêveberî û serokatî kir, di nav damezirînerên Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê de cih girt.
JI BO SEROKATIYA GIŞTÎ YA DBP’Ê HAT HILBIJARTIN
Li Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku sala 2007’an birayê wî Nûrettîn Demîrtaş serokatiya wê ya giştî dikir, Serokwekîltiya Koma Meclîsê kir. Dûvre dema girtina DTP’ê de derbasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) bû, di kongreya awarte de ku 1’ê Sibata 2010’an hat lidarxistin, bi Gultan Kişanak re wek hevserok hatin hilbijartin. Dema DBP’e, tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, di Kongreya 2. A Awarte de ku 22’yê Hezîrana 2014’an hat lidarxistin, bi Fîgen Yuksekdag re ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê hatin hilbijartin. Di hilbijartinên 2007’an ji Amedê, 2011’an ji Colemêrgê wek parlamenter hat hilbijartin, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de jî ji Stenbolê wek parlamenter hat hilbijartin.
DI DEMEK KURD DE CIHÊ XWE DI SIYASETA TIRKIYEYÊ DE AVA KIR
Demîrtaş dema ciwantiya xwe li dikana tesîsatê ya bavê xwe Tahîr Demîrtaş xebitî, salên 90’î bi şahidiya pêvajoya ku dewletê li dijî gelê Kurd tundiya leşkerî, zextên siyasî û xizantî dimeşand, pîşeyê parêzertiyê hilbijart. Salên ku binpêkirinên mafên mirovan gihişt lûtkeyê, Demîrtaş diyar kir ku herî zêde li Silopiyayê (ji hêla dewletê ve) windakirina Serokê HADEP’ê yê Navçeyê Serdar Taniş û Cîgirê wî Ebûbekîr Denîz bû. Demîrtaş di raya giştî ya Kurd û Tirkiyeyê de di heman demê de wek parêzvanekî girîng ê mafên mirovan jî tê zanîn.
SIYASETMEDAREKÎ DI NAV PENÇÊN LÊPIRSÎNÊ DE
Mîna gelek siyasetmedarên Kurd, Demîrtaş jî ji lêpirsîn û zextên dewletê nesîbê xwe girt. Sala 2006’an bi rêka telefonê tevlî Roj TV’yê bû, ji ber gotina wî ya têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotibû, “Divê di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola wî bê nirxandin”, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. Di dozê de ku sala 2010’an bi encam bû, salek cezayê hepsê lê hat birîn. Dadgehê biryar da ku “daxuyaniya hikum paşve bê kişandin” û biryara şertê venêrînê ya 5 salan da. Der heqê Demîrtaş de ji ber ji bo Sûrê ya ku qedexeya kolanan lê dewam dikir banga meşê kir, lêpirsîn hat destpêkirin.
Der heqê Demîrtaş de ku 93 caran bi “propagandakirina PKK’ê” hat sûcdarkirin, sala 2013’an ji ber daxuyaniyek Newrozê ya li Stenbolê, bi hinceta ku pesnê Ocalan daye, ji heman sûcî bi daxwaza 5 sal cezayê hepsê îdîaname hat amadekirin.
LI DIJÎ DARBEYÊ HELWESTA ZELAL
Demîrtaş li dijî hewldana darbeyê ya ku 15-16’ê Tîrmeha 2016’an ji hêla koma ku xwe wek ‘Konseya Aştiya Welat’ bi nav dikir pêk hat, helwestek zelal danî holê, piştî hewldana darbeyê daxuyanî da, diyar kir ku li dijî her cure darbeyê ne, ev hewldan nîşane ye ku hê li Tirkiyeyê demokrasî nîne û bang li hikûmetê û Erdogan kir ku pêdiviyên demokrasiyê bi cih bînin.
ŞAHIDÊ PÊVAJOYA LEZÛBEZ
Kariyera siyasî ya Demîrtaş, mîna salên ciwantiya wî, bi pêvajoyeke ku gelekî giran dewam dike. Gelek bûyerên girîng ên mîna Qetlîama Roboskiyê, di bin navê “KCK”ê de operasyonên li dijî siyaseta Kurdan, pêvajoya parastina bi zimanê zikmakî, pêvajoyên girtinên demdirêj, Grevên birçîbûnên mezin ên ku “Pêvajoya Çareseriyê” dan destpêkirin, 2014 Berxwedana Kobanê; li derve jî şerê Sûriye û Iraqê di vê pêvajoyê de qewimîn.
SIYASETMEDAREKÎ KU JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDE
Piştî bû Hevserokê DBP’ê rolek hê çalak lîst, di “Pêvajoya Çareseriyê” de ku destpêka wê sala 2009’an hevdîtinên Oslo ye û piştî greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î hat destpêkirin, rolek girîng li xwe girt. Meha Hezîranê ku “Pêvajoya Çareseriyê” dest pê kir, piştî gotina Serokwezîrê Demê Erdogan a “Bila mesafeyê bixin navbera xwe û terorê”, wiha bersiv da: “Serokwezîr ji bo çareseriyê pêwîst e bi DTP, PKK, Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.” Demîrtaş anî ziman ku naveroka paketa “Vekirina Demokratîk” a ku meha Îlonê ji hêla Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay hat ragihandin ne têrker e, diyar kir ku bêyî gotina “Kurd” bi kar bînin hewl didin vekirinek demokratîk pêk bînin. Demîrtaş destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Atalay ji niyeta hikûmetê ya têkîldarî “vekirinê” guman çêbûne, bi pêşdîtina “Em nabêjin pêvajo xetimî ye an jî bi dawî bûye. Nirxandinên me yên li ser vî esasî ji bo hikûmetê hişyarî ne” û hişyarî li desthilatdariyê kiribû.
Demîrtaş ku piştî meha Çileyê ya sala 2013’an hevdîtinên yekser li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kirin, di heyeta 3’yemîn a HDP’ê de cih girt, diyar kir ku Ocalan ji bo bidawîkirina pirsgirêka Kurd a mîna “îsyana ku 40 sal in dewam dike” pênase dike bi israr e, lê têkîldarî biryardariya parlamentoyê a divê ji bo rawestandina şer û domdarkirina vê biryaran bigre gumanên wî hene.
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ KIR
Demîrtaş di roportajek Cotmeha 2010’an de destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de salek û nîv e gavek berbiçav nehatiye avêtin, têkîldarî pênaseya KCK’ê ya ku sala 2009’an bi operasyonan hat hedefkirin jî ev gotin; “pêkhateyeke ku wek meclîsên sivîl ên xwecihî û herêmî tê avakirin.” Her wiha ragihand ku rayeyên ku ji bo operasyonên dersînor hikûmetê li xwe girtine di seriyan de tevliheviyê ava dike û PKK’e meyila wê ya dirêjkirina biryara agirbestê heye. Gotina wî ya “Di bin navê operasyonên KCK’ê de endamên me yên Meclîsa Partiyê, Hevşaredar, tevahî xebatkarên me yên partiyê tên girtin. Eger ev KCK’e be, wê demê ez jî dibin Serokê Giştî yê KCK’ê” bû bersiva operasyonên li dijî siyaseta Kurd. Demîrtaş bi pêşniyarên xwe yên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd maqûl in û gelên Tirkiyeyê jî tevlî dike balê dikşîne.
‘EM NIKARIN LI SERÎ VEGERIN’
Di serî de pirsgirêka Kurd, têkîldarî çareseriya pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê di hevpeyvînekê de wiha dibêje; “Êdî Miletê Tirk ne pênaseyek giştî ye. Di Destûra Bingehîn a 1921’an wisa bû, 1924’an hat guhertin. Eger miletê Tirk di carekê de wê demê dest pê kiribe, divê dîroka Tirkan ji 1924’an û wir ve neçe. Lê ka li pirtûkan binêrin, dîroka Tirk ji Asyaya Navîn, Ûygûran dest pê dike. Ziman, wêje jî ji Asya Navîn dest pê dike. Eger Kurd parçeyek miletê Tirk be divê bersiva vê hebe: Em Kurd ji Asyaya Navîn nehatin. Ereb jî Ermenî û Rûm jî ji wir nehatin. Dîroka hevpar, wêje, folklora wan ne ew der e. Her yek çandek, zimanekî xwe hene. Eger 1924’an bihata gotin ku ‘em miletekî nû ne, lê her yek ji me zimanekî xwe yê cuda heye, ev wê bên parastin, Tirkî wê bibe zimanê hevpar, wê Tirkî me bike Milet’ wê demê nedibû pirsgirêk. Lê, hat gotin ku ‘Hûn giştî Tirk in, divê her kes bi Tirkî baxive, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye, hûn nîn in’ û pirsgirêk çêbû. Êdî em nikarin li serî vegerin.”
JI BO KURDAN BANGÊN XWESERIYÊ
Sala 2009’an roportajek da rojnameya Starê, diyar kir ku gelê Kurd li şûna parçebûyinê, çareseriyeke xwe dispêre rêxistinbûyina civakeke demokratîk dixwaze, di hesabê xwe yê Twîtterê de jî got feraseta netew-dewletê mîna çareseriyê nabîne, lewre jî modela netew-dewletê ji bo nifûsa Kurd ne çareseriyek guncav e û got;
“Wek çareseriyê meyzekirina netew-dewletê, mîna di bin hawizekî de dema fetisandinê vexwarina şûşeyek avê ye. Lê, pêdiviya te ne av e, oksîjen e. Divê tu ji hawiz derkeve û hilmê bistîne. Pêwîst e netew-dewlet bê kêmkirin, azadiya civakî bê zêdekirin. Lewre jî; daxwaza dewletê ji daxwaza civakî û demokrasiyek bi kok ne pêşdetir e.”
REXNEDAYINA PARKA GEZÎ
Demîrtaş ji bilî serkeftin û sempatiya xwe ya di siyasetê de, di nav partiyên Tirkiyeyê de wek lîderekî yekane yê rexneyan li xwe digre derdikeve pêş, tevî ku parlamenterê DBP’ê Sirri Surreyya Onder 27’ê Gulanê- 15’ê Hezîranê sala 2013’an di protestoyên Parka Gezî de li herî pêş bû jî, têkîldarî rexneyên mîna “BDP bi mesafe nêz dibe” got; “Ne bi berxwedana Gezî, me navber bi yên dibêjin gelo em dikarin tevgera gel heta darbeya leşkerî bibin daniye.” Dema pêvajoya berxwedanê de helwesta tund a Serokwezîr û hikûmetê bi gotinên “sedema vê îsyanê ev nêzîkatiya we ya serwerîparêz e, pozbilindî ye” û li dijî gotina Serokwezîrê demê Erdogan a ‘3-5 talanker’ bi gotina “li şûna welat ji hêla talankerekî bê birêvebirin, ji hêla 3-5 talankeran bê birêvebirin hê demokratîktir e” rexne kir.
DI HILBIJARTINA SEROKKOMARÎ DE SEMPATIYEK MEZIN KOM KIR
Demîrtaş sala 2014’an meha Tebaxê tevlî hilbijartina Serokkomariyê bû ku tevî wî 3 namzet hebûn û ji sedî 9.76 deng girtin, sempatî û bala gelên Tirkiyeyê kişand. Demîrtaş ê di serî de têkoşîna azadiya jinê, piştgiriya tevahî kedkar, yên hatine wirdekirin kir, zilmên mîna Qirkirina Ermeniyan, her tim bi lêv kir. Li dijî siyaseta Tirk a olperest, zimanperest, nîjadperest, mezhebperest û cinsiyetperest her tim zimanê aştî, xwişktî, biratî, dostanî û piştevaniyê bi kar anî.
JI BO ERDOGAN Ê BÛ SEROKKOMAR PÊNASEYA YEKEM
Dema kampanya hilbijartinê de têkîldarî wextê ku TRT’ê ji bo namzetan vediqetand ji Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan re got; “TRT kolê te ye, bila şev û roj bixebite.” Ji Erdogan re ku bersiva weşana zindî ya Demîrtaş nedida jî got; “Eger tu girtina destê me, silavdayina me zilm dibîne, tê çawa bibe Serokkomarê her kesî?” û nasnameya siyasî ya Erdogan deşîfre kir.
LI DIJÎ ŞER BANGA XWE YA AŞTIYÊ DUBARE KIR
Hikûmeta AKP’ê û Tayyîp Erdogan piştî Hilbijartinên Giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an starta şer da. Demîrtaş di mîtînga “Em ê aştiyê ava bikin” de ku Bloka Aştiyê ya Stenbolê li dar xist, banga xwe ya aştiyê dubare kir. Piştî Mûtabaqata Dolmabahçeyê ku 28’ê Sibata 2015’an mabeyna heyeta AKP’ê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan û heyeta HDP’ê de pêk hat, Erdogan got, “Ne pirsgirêka Kurd ne jî tiştekî wisa heye” û ji bo 10 xalên mûtabaqatê jî got “Ez ê kû derê vî metnî qebûl bikin” û li dijî heyeta çavdêriyê derket. Li ser vê Demîrtaş got, “yên li pişt deriyên girtî tên qebûlkirin, dema deriyê vekirî tên redkirin. Hikûmet her tiştên ku li Îmraliyê tê gotin, li derve înkar dike” û careke din Erdogan deşîfre kir.
‘EM Ê TE NEKIN SEROKDEWLET’
Beriya Hilbijartinên 7’ê Hezîranê, Demîrtaş di civîna koma HDP’ê de ji bo Tayyîp Erdogan got, “Recep Tayyîp Erdogan! Em ê ten ekin serokdewlet” û bû hedefa Erdogan. Yek ji daxuyaniyên balkêş ên Demîrtaş jî ew bû ku pêvajoya Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ji polîtîkaya derve heta ji wezîfeyê girtinê baş tehlîl kiribû.