Li Fransayê wê li 4 navendan êrîşên bi ser HDP’ê bên protestokirin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê ji bo çalakiyên ku wê sibehê li dijî faşîzma Tirk bên lidarxistin banga tevlîbûna xurt kir.

Di bangê de wiha hat gotin; “Li dijî darbeya dîktatortiya AKP/Qesrê ya faşîst ku li dijî gelê Kurd, sazî û hilbijartiyên wê pêk anî, em banga çalakiyên bênavber li gelê Kurdistanê û dostên wê yên li Fransayê dikin.”

AGAHIYÊN ÇALAKIYÊN KU WÊ SIBEHÊ LI FRANSAYÊ BÊN LIDARXISTIN

PARÎS 
Cih: Qada République

Saet: 15.00

LYON 
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Tirk
Saet: 14.00

MARSÎLYA 
Cih: Place Canabier
Saet: 14.00

MONTPELLIER 
Cih: Pêşiya Corum

Saet: 15.00