Li dehan bajarên din ên Ewropayê ji bo HDP’ê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî operasyonên pelçiqandin û dîlgirtinê yên ku faşîzma Erdogan li dijî HDP’ê û îradeya gelê Kurd pêk anî, bi dehan bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî li dar dixin.
Li dijî operasyonên pelçiqandin û dîlgirtinê yên ku faşîzma Erdogan li dijî HDP’ê û îradeya gelê Kurd pêk anî, bi dehan bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî li dar dixin.
Siyasetmedarê Ewropayî, derdorên demokrat û parêzvanên mafên mirovan jî destek dan çalakiyan.
LI PARÎSÊ RÊ HAT GIRTIN, GARA TRENÊ HAT DAGIRKIRIN
Li Parîsê bi armanca protestokirina binçavkirina wekîlên HDP’ê endamên ACTÎT û SKB’ê bi çalakiyekê ve cadeyên herî qelebalix li trafîk êgirtin, gara herî mezin a bajêr Gar edu Nord jî dagir kirin.
Girseya ku bi banga ACTÎT û SKB’ê li ber Kembera Saînt Denîz a Parîsê kom bû, bi dowîz û pankartan destek dan HDP’ê.
Li vir daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin; “Ev êrîş li dijî tevahî gelê Kurd, hêzên şoreşger û sosyalîst, tevgera demokratîk a Elewiyan, akademîsyenan, hiqûqnasan, kedkarên çapemenî, gelemperî, HDP’ê, DBP’ê û tevahî hêzên mûxalîf pêk hatiye. Dîktatortiya faşîst ji bo qetlîamên hê mezintir xwe amade dike.”
Di daxuyaniyê de ku hat ragihandin ku li dijî êrîşên li ser HDP’ê wê kolan neyên terikandin, wiha hat gotin; “Wê berxwedan û çalakiyên me bidomin.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê rê li trafîkê girt, piştre cadeya herî qelebalix a diçe Gare du Nord girt. Di meşê de dirûşmeyên mîna “Bimre dîktatortiya faşîst”, “Erdogan Qatil, Hevkar Ewropa” hatin berzkirin.
Di dawiya meşê de Gara trenê ya li Parîsê Gare du Nord hat dagirkirin. Di çalakiya dagiriyê de ku nîv saetê dewam kir, axaftinên banga berxwedanê hatin kirin.
Çalakiya dagiriyê bi banga çalakiyek nû bi dawî bû.
LI MARSILYAYÊ BI HEZARAN KESÎ XWEDÎ LI HDP’Ê DERKETIN
Li bajarê Marsilya yê Fransayê jî bi armanca protestokirina dîlgirtiya wekîlên HDP’ê meşek hat lidarxistin.
Kurd û dostên wan ji Qada Castelle heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan, dirûşmeyên “Qatil Erdogan” berz kirin.
Ji ber ewlehiya zêde ya polîsên Fransiz, girse nêzî avahiya Sefaretxaneyê nehat kirin. Polîsan êrîşî girseya ku meşa xwe domand kir.
Li Marsilyayê wê sibehê saet 13.00’an li Qada Canebîerre meşek bê lidarxistin.
LI BORDEAUXÊ MEŞA EDALETÊ
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi hezaran Kurdistanî xwedî li hevserok û parlamenterên HDP’ê derketin.
Girseya bi dirûşme û sirûdan meşiyan, azadiya hevserok û parlamenterên girtî xwestin.
Di axaftinan de ku ji hêla endamên Partiya Komunîst a Fransayê û Kollektîfa Antî-Faşîst hat kirin, girîngiya piştevaniya navneteweyî hat destnîşankirin.
Di axaftinan de her wiha hat destnîşankirin ku “heta wekîlên ku îradeya gelê Kurd temsîl dikin neyên berdan wê qad neyên terikandin.”
TOULOUSE
Kurdistanî û Fransiyên li bajarê Toulouse yê Fransayê jî li Qada Capîtol çalakiyek li dar xistin, bi Walîtiya Herêmê re civiyan.
Di hevdîtina Walîtiyê de têkîldarî rewşa hevserok û parlamenterên HDP’ê yên hatin girtin agahî hatin dayîn, ji hikûmeta Fransayê hat xwestin ku li dijî dewleta Tirk xwedî helwest be.
Nûnerê Walîtiyê ev rewş şermezar kir, got dizanin rejîma Erdogan dîktatoryal e, ji berxwedana Kobanê û vir ve têkoşîna Kurdan hê zêdetir fêm dikin û diyar kir ku wê peyam û dosyayên hatine radestkirin bigihîne wezaretên Karên Derve û Hundir.
Her wiha Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouse jî ji bo protestokirina operasyonên qirkirina siyasî wê li Metroya François Verdier saet 14.00’an meşekê li dar bixe û banga tevlîbûnê kir.
DRAGUIGNAN
Li bajarê Draguignan ê başûrê Fransayê jî li dijî operasyonên qirkirina siyasî bi sean Kurdistaniyan meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kurdistane’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Dîktator Erdogan” hatin berzkirin..
NİCE
Li bajarê Nice yê başûrê Fransayê jî bi sedan Kurdistaniyên ku li Qada Masena kom bûn, li dijî darbeya faşîst a AKP’ê meşiyan. Di meşê de ku heta gara Trenê dewam kir, dirûşmeyên li dijî faşîzma AKP’ê û piştevaniya HDP’ê hatin gotin.
Di meşê de axaftin hatin kirin û hat destnîşankirin ku wê zihniyetên AKP’ê û DAÎŞ’ê ji Kurdistanê bê qewitandin.
LI BERLÎNÊ BI HEZARAN HDP’E SILAV KIRIN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî zêdetirî 3 hezaran kes kom bûn, li dijî faşîzma Erdogan meşiyan. Bi dehan tevger, rêxistin, însiyatîf li ser banga NAV-DEM Berlîn û HDK-Ewropa li Brandenburger Tor kom bû heta avahiya Wezareta Karên Derve ya Elman meşiyan.
Di çalakiyê de Parlamentera Federal a Partiya Çep a Elman Sevîm Dagdelen axivî û got; “Yên destekê didin faşîzma Erdogan li Berlîn, Bruksel û Washîngtonê ne. Armanca çalakiya îro ne tenê faşîzma AKP û Erdogan e, her wiha li dijî Angela Merkel e jî.”
Dagdelen diyar kir ku ji bo Elmanya di demek herî kurt de leşkerên xwe ji Tirkiyeyê bikşîne wê rûniştinekê li Meclîsê li dar bixin, peyam da ku wê heta dawiyê piştevaniya HDP’ê bikin.
Piştî axaftinan, saet 18.30:’an ber bi Wezareta Karên Derve ya Elman meşê dest pê kir. Korteja çalakiyê saet 20.00’an gihişt avahiya Wezaretê, nêzî nîv saetê li vir bi dirûşm û tilîliyan polîtîkayên Elmanyayê yên têkîldarî dewleta Tirk protesto kirin.
Komîteya çalakiyê biryar da ku her roj çalakiyan li dar bixe, sibehê jî wê saet 15.00’an li Kleîsparkê kom bibin.
MANNHEİM
Li bajarekî din ê Elmanyayê Mannheimê jî li ser banga NAV-DEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk bi hezaran kes li Paradeplatzê kom bûn û piştî daxuyaniya li vir ber bi Zanîngeha Mannheimê ketin meşê. Domahiya meşê li dijî faşîzma AKP’ê dirûşme hatin gotin, li dijî dîlgirtina wekîlan nerazîbûn hatin ziman.
Piştî mîtînga li ber zanîngehê, çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Di çalakiyê de peyamên NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan, DGB, AGIF, ATİK, ADHK, AABF, DIDF, Partiya Marksîst Komunîst a Elman (MLPD) û Dîe Lînke hatin xwendin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê jî girtina wekîlên HDP’î bi awayekî girseyî hat protestokirin.
Di çalakiyê de ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda li Freiburg Rathausplatz hat lidarxistin, zêdetirî hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Girse piştî li vir kom bû, ber bi navenda bajêr dest bi meşê kir. Domaniya meşê de ku dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Dest nede îradeya min” hatin berzkirin, bi sedan belavok hatin belavkirin. Piştî li navenda bajêr daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, girse dîsa vegeriya Rathausplatzê.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî êrîşên qirkirina siyasî hat protestokirin. Li bajarê Munîhê ji duh êvarî ve Kurd li kolanan in, îro jî li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê li hev kom bûn.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wê bi banga Navenda Civaka Kurd a Munîhê li hev kom bûn, her wiha Parlamenterê Dîe Lînke Nîcole Gohlke, DÎDF Munîh, Tevgera Hezîranê, DKP, Antî Faşîst Block jî destek danê.
Girseya ku bi armanca protestokirina faşîzma dewleta Tirk li Navenda Civaka Kurd li hev kom bû, ji vir heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Piştî meşê li ber avahiya Sefaretxaneyê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de rejîma AKP’ê hat şermezarkirin.
Li Munîhê wê sibehê (Şemî) saet 11.30-14.00’an li Messerstadt West mîtîngek bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li her beşên civakê hat kirin.
LI MÎLANOYÊ MEŞ Û DAGIRIYA TV’YÊ
Li bajarê Mîlano yê bakurê Îtalyayê ber bi nîvro bi hezaran Kurdistanî û Îtalyanî li hev kom bûn û li dijî darbeya siyasî ya AKP’ê meş li dar xistin.
Çalakî, li Qada Sanbabîla veguherî mîtîngekê. Çalakgeran posterekî Erdogan dan ber agir, heta Sefaretxaneya Tirk a li Mîlanoyê meşiyan. Li ber Sefaretxaneyê axaftinên ku faşîzma Erdogan şermezar dikin hatin kirin, dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Vîva Ocalan” hatin gotin.
Li Mîlanoyê her wiha danê êvarî avahiya RAÎ-TV jî ji hêla Kurdan û dostên wan ên Îtalyan hat dagirkirin. Çalakgeran diyar kirin ku girtina wekîlên HDP’î protesto dikin, her wiha RAÎ-TV bi erênî nêzî daxwazan bû.
Kurdistanî ji kamerayên TV re axivîn, gotin ev li dijî îradeya gelê Kurd darbe ye û wê bêdeng nemînin.
MODENA
Li bajarê Modena yê Îtalyayê Kurdistanî û Îtalyanî li Pîazza Grande kom bûn, xwedî li HDP’ê derketin. Çalakiya ku faşîzma dewleta Tirk hat protestokirin, saet 20.00’an dest pê kir.
Di çalakiyê de ku hat xwestin demildest wekîl bêne berdan, dirûşmeyên li dijî Erdogan hatin berzkirin.
Çalakî saet 21.00’an bi dawî bû.
LI BASELÊ BI TEVLÎBÛNA PARLAMENTERAN ÇALAKÎ
Li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk û AKP/Qesrê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li ber Parlamentoya Baselê ya li bajarê Basel ê Swîsreyê mîtîngek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ku zextên li ser şaredariyan jî hat lenetkirin, ji bilî endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, Meclîsa Gel a Baselê, Navenda Çanda Med a Baselê, Partîzan, MLKP, HDK-Basel, Yekîtiya Hêzên Demokratîk û Platforma Piştgiriya Baselê, wekîlên kantona Baselê jî beşdar bûn.
Di mîtîngê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, bi armanca piştgiriya wekîlên HDP’ê li dijî AKP û Erdogan dirûşm hatin gotin.
Di çalakiyê de ku posterên Ocalan, alên YPG, PYD, KCK û partiyên din ên Kurd hatin rakirin, li ser navê DEM-KURD’ê Fûat Komur axivî. Komur destnîşan kir ku wê têkoşîna hevpar a gelan dîktatortiya Erdogan-AKP’ê hilweşîne. Piştî Komur li ser navê Rêxistina Efûya Navneteweyî Maya Heuschman û li ser navê Partiya Sosyalîst (SP) nûnerekî partiyê axivîn.
DI ÇALAKIYA CHUR DE DESTEKA WEKÎLÊN SOSYALÎST
Li paytexta Kantona Graubunden a Swîsreyê Churê jî li dijî girtina wekîlan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Sosyalîst Sîlva Semadenî got operasyonên li dijî Kurdan nayê qebûlkirin.
Semadenî xwest ku demildest wekîlên girtî bên berdan, banga liv û tevgerê li hikûmeta Swîsreyê û dezgehên navneteweyî kir.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê jî Kurdistanî û Dostên wê li Qada St. François li hev kom bûn, li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk daxuyaniya çapemeniyê û meş li dar xistin.
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, hat gotin ku ev êrîşa li dijî îradeya gel nayê qebûlkirin.
Piştî axaftinan bi sedan kes ber bi Qada Rîpponneyê dest bi meşê kirin. Domahiya meşê de ku sazî û partiyên Swîsreyî jî destek danê, dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.
Piştî li Qada Rîpponne axaftin hatin kirin, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
DELEMONT
Îro Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî kom bûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin.
Piştî danezana çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hat xwendin, çalakî bi dirûşmeyan hat bidawîkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran kesî operasyona qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê li dar xist protesto kir.
Nêzî 5 hezar kesan li ber Parlamentoyê kom bûn, beriya meşê mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de axaftina hatin kirin, êrîşên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin.
Bi hezaran kesên ku alên HDP’ê rakirin, dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”,, “Faşîst Tirkiye” berz kirin, gelek belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.
LI MADRÎDÊ JI BO PROTESTOYA SIBEHÊ BANG
Li Spanyayê Komîteya Piştgiriya Rojava û Gelê Kurd li dijî operasyonên li dijî HDP’ê nerazîbûn nîşan da, da xuyakirin ku wê sibehê saet 18.00’an li paytext Madrîdê ji Metro Iglesî heta Sefaretxaneya Tirk meşek bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê banga tevlîbûnê li tevahî demokratên Spanyol û Kurdan hat kirin û wiha hat gotin; “Roj ne roja rûniştinê û temaşekirina zilma Erdoganê dîktator e. Roj roja piştevaniyê ye. Roj li her qadê roja têkbirina terora Tirkiyeyê. Bi vê boneyê em bang li gelê xwe, şoreşger û demokratan dikin ku sibehê saet 18.00’an tevlî çalakiyê bibin.”