Li Edeneyê dikandaran dikanên xwe venekirin

Ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li Edeneyê dikandaran dikanên xwe venekirin.

Li taxen Daglioglû, Firat, Gulbahçe, Şakîrpaşa, Ova, Onûr, Ûçak, Denîzlî, Kuçukdîkîlî, Kuçukkirim, Emek, Belediyeevlerî, Yersûat, Yenîbey, Barbaros, Hurriyet, Anadolû, Başak, 19 Mayis û Koza yên navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê, dikandaran ji bo şermezarkirina parlamenterên HDP'ê dikanên xwe venekirin.

Li van taxên ku bêdengî heye, polîsên Tirk li pêşiya qereqolan, xwe diparêzin.

Li aliyê din ciwanên ku li ser rêya Çarşamba Pazari ya taxa Barbaros a navçeya Seyhanê li hev civiyan, lastîk şewitandin û xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.

Polîsên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin. Şerê di navbera ciwanan û polîsan de derketiye, dewam dike.