'Derbeke mezin wê li siberoja hevpar bikeve'

Serokên Giştî yên ÎHD, DÎSK, KESK û hiqûqnasan operasyona qirkirina siyasî nirxandin û gotin, girtina parlamenter û siyasetmedaran, parçeyek ji hewldana guhertina rejîmê ye. Destnîşan kirin, ku welat dikeve nava felaketekê.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozgurk Turkdogan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, hiqûqnas Tûrgût Kazan, Selçûk Kozagaçli û Erdal Dogan operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê ji ANF'ê re nirxandin.

TURKDOGAN: DIVÊ KONSEYA EWROPA Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIKEVIN DEWRÊ

Turkdogan diyar kir, girtina hevserokên HDP'ê û parlamenteran, derba herî giran a li siyaseta demokratîk e û ne ya qebûlkirinê ye. Turkdogan girtina Hevşaredarên Amedê û parlamenteran bibîr xist û got, "Weke parêzvanên mafên mirovan em ji vê rewşê bi fikar in ku civakê ji hev gelekî dûr bixîne û zemîneke nû ya şer bafirîne. Divê Konseya Ewropa, ku Tirkiye jî endamê wê ye û Neteweyên Yekbûyî hê bala xwe bidin ser van pirsgirêkên mafên mirovan û demokrasiyê û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd helwestê nîşan bidin.

OZGEN: DERBEKE MEZIN WÊ LI SIBEROJA HEVPAR BIKEVE

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen destnîşan kir, ku ji bo rejîma ji yek şexsî bi cih bibe, hiqûqa dijminatiyê li ser kar e û diyar kir, ev êrîşa li dijî vîna gel, welêt ber bi zinêr ve dehf dide. Ozgen konsepta sala 1994'an bibîr xist û got, "Eger AKP di heman konseptê de israr bike, wê ev yek bi kêrî welêt neyê û di çarçoveya wekhevî, azadî û edaletê de wê derbeke gelekî mezin li siberoja hevpar bike." Ozgen da xuyakirin, ku ev hewldan welêt ber bi felaketê ve dibe û destnîşan kir, berpirsyarê vê felaketê jî AKP û Qesr e.

BEKO: LI DIJÎ TARÎTIYÊ EM Ê WEKHEVÎ Û AZADIYÊ BIPARÊZIN

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko anî ziman, Tirkiye gav bi gav ber bi rejîmeke tarî ve tê dehfdan û ragihand, girtina wekîlên HDP'yî derba herî giran e ku li demokrasiyê hatiye xistin. Beko da zanîn, pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi girtina parlamenteran, tayînkirina qeyûman li şaredariyan û girtina saziyên çapemeniyê yên mûxalîf, nayên çareserkirin û got, "Wkee DÎSK, em ê li dijî vê tarîtiyê, her tim azadî, wekhevî, edalet, mafê kedê, demokrasî û komarê biparêzin."

Serokê Baroya Stenbolê yê Berê Kazan diyar kir, di girtina parlamenterên HDP'yî de aliyekî hiqûqî nîne û got, ev gaveke siyasî ye. Kazan destnîşan kir, ku ev binpêkirina mafên mirovan ên li dû hev tên kirin, gavên ber bi serokdewletiyê ye.

Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli diyar kir, parlamenter dîl hatine girtin û got, "Em qebûl nakin ku ev girtin li gorî hiqûqê hatiye kirin."

Hiqûqnas Erdal Dogan da xuyakirin, ku nifşê dawî yê siyasî ku dikarin meseleya Kurd bi diyalogê çareser bikin, hatiye girtin û got, "Li holê desthilatdariyeke siyasî heye ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbaza aştiyane were çareserkirin."

...