Ozsoy: Dibe ku YE têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bisekinîne
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê, xeta sor a ku cîhana azad nikare qebûl bike, derbas kiriye.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê, xeta sor a ku cîhana azad nikare qebûl bike, derbas kiriye.
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava wan de hene, di serî de têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re, Tirkiye di dîplomasiya navneteweyî de tengav kiriye.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy da xuyakirin, ku rewşa li Tirkiyeyê roj bi roj krîtîk dibe û Tirkiye gav bi gav ber bi felaketê ve tê dehfdan. Ozsoy bal kişand ser hevdîtinên xwe yên beriya niha, ku rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyên 'em bi fikar in' didan û anî ziman, di dema nû de êdî 'xetên sor hatine derbaskirin'.
Ozsoy got, "Bûyerên qewimîne, xetên sor ên ku cîhana azad nema dikare xwe lê rabigire, derbas kirine. Yekîtiya Ewropa bi rengekî cidî rewşê dinirxîne. Dibe ku ev rewş bibe sedem, ku Yekîtiya Ewropa têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bisekinîne."