ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamenterê HDP'ê Taşçier jî hat binçavkirin
Parlameneterê HDP’ê Îmam Taşçier jî hat binçavkirin. -
Yuksekdag û Onder birin Amedê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ên li Enqereyê hatin binçavkirin, birin Amedê. -
Li ber televîzyona BBC a li Londonê çalakiya ji bo HDP'ê
Binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de hene, mîna li gelek bajarên Ewropayê li Londonê jî hate şermezarkirin. -
HDP wê îro daxuyaniyê bide çapemeniyê
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî û parlamenterên HDP'ê, wê îro saet di 10:00 de li ser darbeya AKP/Qesrê ku li dijî Hevserok û parlamenterên HDP'ê hat kirin, daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
KCDK-E ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir
KCDK-E, li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê, ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir. -
Ji bo çalakiya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî
Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê, wê îro li ber Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek bê lidarxistin. -
Wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, wê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi rengekî girseyî protesto bikin. -
Darbeya li dijî HDP'ê li Viyana, Munchen û Parîsê hate şermezarkirin
Darbeya li dijî HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin. -
Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî binçavkirinan dewam dikin
Li dijî binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku hevserok jî di nav de ne, Kurdistaniyên li Ewropayê li gelemperiya cîhanê bi taybetî li welatên Ewropayê çalakiyan lidar dixin. -
AABK'ê li dijî darbeya AKP'ê banga lidarxistina çalakiyan kir
AABK'ê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP'ê hatin kirin, bang lic ivaka Elewiyan a li Ewropayê kir, ku nerazîbûnê nîşan bide. -
Polîsan erîşî çalakiya li Zurîchê kirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tên şermezarkirin. Polîsan êrîşî girseya gel kirin. -
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat: Bila Kurdên Êzidî bêdeng nemîne
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bang li Kurdên Êzidî kir ku li dijî binçavkirina parlamenterên HDP'ê bêdeng nemînin. -
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Divê her welatî xwedî li rûmeta xwe derkeve
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku li dijî darbeya li hemberî Hevserokên HDP'ê û parlamenteran, xwedî li rûmeta xwe derkevin: "Ev têkoşîn têkoşîna rûmetê ye. Li dijî faşîzmê têkoşîna hebûnê ye." -
Çapemeniya cîhanê binçavkirina wekîlên HDP'ê bi lezgînî ragihand
Operasyonên polîsên Tirk ên binçavkirina parlamenterên HDP'ê, ku bi fermana AKP/Qesrê hatin kirin, ji aliyê çapemeniya cîhanê ve weke nûçeya flaş hatin ragihandin. -
Êrîşî HDP'yiyan kirin: Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar bû
Polîsên Tirk ên avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê, êrîşî xebatkar û endamên HDP'ê kirin, Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar kirin. -
Koordînasyona Ciwanên Azad banga çalakiyan li ciwanan kir
Koordînasyona Ciwanên Azad, binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kir û bang li ciwanên Kurdistanê, hêzên enternasyonalîst û demokratîk kir, ku dakevin kolanan. -
KCDK-E û TJK-E: Li dijî dîktatoriya faşîst a AKP'ê dakevin kolanan
KCDK-E û TJK-E: Em li dijî vê êrîşa faşîst û operasyona binçavkirinê ku li dijî wekîlên HDP'ê û vîna gelên me hatiye kirin, bêdeng nemînin. -
YJK-E: Dakevin qadan!
Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li jinên Kurdistanî û hemû hêzên şoreşger-demokrat kir ku qadekevin qadan. -
Kurdistanî li Zurîch û Bernê daketin qadan
Kurdên li Swîsreyê dijîn, li ber Parlamenta Federal a li Bernê û li ber Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê li hev dicivin. -
Binçavkirina parlamenterên HDP'ê li Ewropayê tê şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
Hesabên medya civakî hatin girtin
Piştî ku Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin, hesabên medya civakî jî hatin girtin. -
Kurdistanî û dostên wan ên li Hambûrgê li NCDK'ê li hev dicivin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî hilbijartiyên HDP'ê daye destpêkirin, li Ewropayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
Navnîşana protestoya li Munchenê Stachusta ye
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li Ewropayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
CDK-F: Bila gelê me li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê li hev bicive
CDK-F: Divê Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê dijîn, derhal li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê li hev bicivin. -
Balûken hate binçavkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken hate binçavkirin.