Salih Muslîm li Zanîngeha Hambûrgê axivî
Li Hambûrga Almanyayê bi beşdarbûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm panelek hat lidarxistin. Li Zanîngeha Hambûrgê bi sedan kes beşdarî çalakiya hevpar a NAV-DEM û Weqfa Rosa Luxemburgê bûn.
Li Hambûrga Almanyayê bi beşdarbûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm panelek hat lidarxistin. Li Zanîngeha Hambûrgê bi sedan kes beşdarî çalakiya hevpar a NAV-DEM û Weqfa Rosa Luxemburgê bûn.
Salih Muslîm ê ku beriya panelê li Parlementoya Hambûrgê bi xebatkarên çapemeniyê re hat gel hev, li zanîngehê bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' hat pêşwazîkirin. Nûnerê Weqfa Rosa Luxemburgê Meinhard Meuche-Mäker axaftina destpêkê kir û got, HDP'ya ku ji derdoreke berfireh pêk tê, ji aliyê rejîma Erdoganî ve hatiye hedef kirin.
Parlementera Partiya Çepgir a Hambûrgê Cansû Ozdemîr a ku moderatoriya panelê kir got, mebesta sereke ya hikûmeta AKP'ê ew e ku dixwaze li her derê xwerêveberiya Kurdan birûxîne.
Piştre Berdevkê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku, Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê ku ji bo panelê hatibû vexwandin ji bûyerên li Tirkiyeyê nikaribûye beşdar bibe û geşedanên faşîzan ên li Tirkiyeyê rêz kirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm jî wiha dest bi axaftina xwe kir, 'Heke Rosa Luxemburg sax bûna wê îro li Rojavayê bûna.' Muslîm guherîn û veguherîna civakî û siyasî yên li Rojavayê ragihandin û got, ew pergaleke nû ava dikin. Muslîm diyar kir ku, pergala nû ya ku li cîhanê wek alternatfeke nû hatiye afirandin, ji bo civakên Ewropayê jî girîng e û got, divê ji Ewropayê ji bo têkoşîna mirovahiyê ya li Rojavayê tê meşandin piştevanî bê berpêşkirin.
Di panela ku bi Kurdî û Almanî lê hat axivîn de, ji aliyê platformeke berfireh ve di çarçoveya Hefteya Çalakiyên Kobaniyê yên li Hambûrgê ve hat lidarxistin. Çalakî roja Şemiyê ji Qada Gaensermarktê bi meşekê dest pê kir û wê êvarî li navenda Rote Florayê bi konserekê bi dawî bibe. Wê di konserê de Serhado, Spezial-K, Celoviz û Koma Rengê Nû derkevin ser dikê.