BI DÎMEN

Parlamenterên Danîmarkî peyamên piştgiriya HDP’ê dan

Parlamenterên Partiya Enhedslisten a Danîmarkayê Nikolaj Villumsen û Pernille Skipper bi rêka dîmenekê kurt ve girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê û binpêkirinên mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê protesto kirin

Parlamenterên ku bi rêka dîmen piştevanî û peyamên xwe dan wiha gotin;

“Bûyera dawî li Tirkiyeyê nuqteya dawî ye ku binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser azadiyên fikrînê nîşan didin.

Yekane sûcê HDP’ê ew e ku aştî û azadiyê dixwaze. Girtin êrîşa li ser demokrasiyê ye û ev teqez nayê qebûlkirin. Girtina hevserokên partiya ku 5 mîlyon deng girtiye û herî mezin a sêyemîn e, tê wateya dîlgirtina tevahî van mirovan.

Divê hikûmeta Danîmarkayê demildest li dijî Tirkiyeyê xwedî helwest be. Pêwîst e serlêdana endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê bê taloqkirin, ji bo mafên demokratîk bingehîn bên garantîkirin  û wekîlên HDP’ê yên girtî bên berdan divê li ser Erdogan zext bê avakirin.

Li gor vê jî piştevaniya me ya bi HDP’ê re jiyanî ye.”

Dîmen ji vê navnîşanê dikare bê temaşekirin: https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=1126673580719770&id=529124290474705