Girtina parlamenterên HDP'ê li Erîvanê hate şermezarkirin
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenterên Kurd, şermezar kirin.
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenterên Kurd, şermezar kirin.
Nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenîstanê li avahiya Kurdistan Komîte ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên HDP'ê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd daxuyanî xwend û destnîşan kir, ku weke Kurdên li Ermenîstanê ew vê êrîşa li dijî gel û siyasetmedarên kurd qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin.
Kinyasê Hemîd bibîr xist, ku heman konsept beriya sed salî ji aliyê dewleta Osmanî ve bi serê Ermeniyan ve hat anîn û anî ziman, Erdoagn jî dixwaze heman tiştî bîne serê Kurdan.
Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê bang li dewletên cîhanê kir, ku li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin, hebin hevparê sûcên giran ên dewleta Tİrk û bang li gelê Kurd jî kir, ku derhal yekîtiya xwe pêk bînin.
Endamê Kurdistan Komîte Sulo Durboyan jî got, "Çawa ku me li Rojava, li Kobanê, li Şengalê li zîndana Amedê li ber xwe dan, em ê li dijî vê konsepta heyî jî li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
Helbestvan û rojnamevan Mirazê Cemal bal kişand ser xeteriya qirkirin û komkujiyê û bang li sazî û partiyên Kurdan kir, ku bi erka xwe ya neteweyî rabin û pêşî li xeteriyên bi vî rengî bigirin.
Piştre Serokê yekîtiya nivîskarên Kurd helbestvan-nivîskar Elîxanê Memê peyivî û got, "Roj roja man û nemanê ye." Memê jî banga yekîtiyê kir û xwest, ev êrîşên giran ên tên kirin, ji bo hêzên Kurd bibe wesîleya tifaqê.
Nivîskar û helbestvanê Ermenî Hakob Harutyun jî têkoşîna gelê Kurd silav kir û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. Harutyun got, "Weke rewşenbîr û siyasetmedarên Emrenî em piştgiriyê didin gelê Kurd."