Wekîlên Swêdî ji hikûmeta xwe re gotin: Bes durûtiyê bike

Parlamenterên Partiya Keskan a Swêdê Annîka Lîllemets û Jabar Emîn gotin, bêdengiya Swêdê û Yekîtiya Ewropa li pêşberî pêkanînên Erdogan cihê şermê ye û xwestin, ev durûtî êdî biqede.

Lîllemets û Amîn li goşeya nîqaşê ya bi navê "Opînîon" a Televîzyona Dewletê ya Swêdê gotar weşandin û ragihandin; rejîma Erdogan a dîktator ev saleke hin gunehan dike, 100 hezar kes ji kar avêtiye û 32 kes xistiye girtîgehê.

Parlamenteran dan xuyakirin, Erdogan bi tank û topan êrîşî bajarên Kurdistanê kiriye, bajar xera kiriye, bi rengekî komî gelê sivîl ceza kiriye û sûcên li dijî mirovahiyê yên Erdogan li dijî gelê Kurd kiriye, bibîr xistin.

Amîn û Lîllemets bal kişandin ser helwesta cîhana Rojava ku xwe nadin ber rexnekirina rejîma Erdogan û gotin, "Sernermî û bêdengiya wezîra me ya karên derve û wezîrên din ên karên derve li pêşberî Erdogan, cihê şermê ye. Hikûmeta me nexwest bi rengekî vekirî sûcên Erdogan dike, şermezar bike."

Wekîlan destnîşan kirin, ku ev helwesta hikûmetê, mûxalefetê qels dike û êrîşên Erdogan ên li dijî hêzên demokratîk xurt dike.Wekîl bal kişandin ser girtina parlamenterên HDP'yî.

Amîn û Lîllemets ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom xwest, bi zimanekî tund Tirkiyeyê şermezar bike, Sefîrê Bilind ê Tirk dawetî meqama xwe bike û danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bike. Wekîlan got, "Lazim e durûtiya hikûmeta Swêdê di vê mijarê de êdî biqede."