Li Tarsûs û Antalyayê berxwedana li dijî girtinan

Li dijî girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteranli taxên Tarsûsê bendên berxwedanê hatin danîn. Li Antalyayê jî polîsan êrîşî gel kirin.

Li navçeya Tarsûs a Mersînê, dikandaran ji bo girtina parlamenterên HDP'ê şermezar bike, dikanên xwe venekirin. Li taxên Fahrettînpaşa, Barbaros, Tozkoparan, Şahîn, Gîrne û Gazîpaşayê li ser rê bend hatin danîn, agir hatin pêxistin.

Li navçeya Kepez a Antalayyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin. Çalkageran jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Gelek kes li vir bi sivikî birîndar bûn. Di çalakiyê de kesek hat binçavkirin. Polîs ji taxê derket. Berxwedana gel dewam dike.