Kurdistaniyên li Adigeyê: Bi xwîna xwe jî be, em ê biparêzin!
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin. Ji Rûsyayê hat xwestin li pêşberî faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne û hat gotin, "Gelê Kurd baş dizane bi xwîna xwe nirxên xwe biparêze."
ANF
ADIGEY
şemî, 5 sermawezê 2016, 11:35
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin.
Bi vê armancê li pêşiya avahiya Otonomiya Çanda Kurd daxuyaniyek hat dayîn û Serokê Otonomiyê Feyzo Huseyîn got, "Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê, ji bo xwedî li nirxên xwe derkevin, îro li ser piyan e. Em weke Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn, li cem gelê xwe ne û polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP'ê bi tundî şermezar dikin."
BANG LI RÛSYAYÊ HAT KIRIN: BÊDENG NEMÎNE!
Huseyîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku bi girtina parlamenter û hevşaredaran re, bi girtina saziyên Kurdan re Kurd tine nebin û got, "Kurdan bi xwîna xwe ev nirx afirandin. Baş dizane bi xwîna xwe van nirxan biparêzin. Gelê Kurd êdî zana bûye. Ez bang li ray edarên Rûs dikim; li dijî van polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan bêdeng nemînin."
Girseya gel piştî axaftinê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" belav bû.