'Kujer li derve ne, sosyalîst jî di binê çavan de ne'

Endamên ESP, HDP û SGDF'ê xwestin, endamên wan ên ji ber şermezarkirina komkujiya Reîna hatin binçavkirin werin berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin, komkujiya li Reîna encameke konsepta şer e.

Endamên ESP, HDP û SGDF li ber Edliyeya Çaglayanê li hev civiyan û xwestin, endamên wan ên di dema şermezarkirina komkujiya Reîna de hatin binçavkirin, bên berdan. Gelek partiyên siyasî jî destek dan vê çalakiyê. Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi nivîsa "Kujer li kolanan e", "Sosyalîst di binê çavan de ne" hatin hildan.

Rêveberê ESP'ê yê Stenbolê Alî Haydar Akdenîz li vir daxuyaniyek da çapemeniyê û bibîr xist, kesekî ji DAIŞ'ê li kulûba şahiyê ya Reîna 39 kes bi xwînxwarî kuştiye. Akdenîz diyar kir, DAIŞ'ê di destpêkê de li Dîlok, Sûltanahmet, Enqere, Amed, Pirsûsê xwîn rijand û got, "Em berpirsyarên van komkujiyan baş nas dikin."

Akdenîz da zanîn, binçavkirina endamên ESP, HDP û SGDF ên ji ber şermezarkirina komkujiyê, rewşek trajîkomîk e û got: "Kesê ku bi kleşê li mirovan reşand, bi hêsanî ji cihê bûyerê reviya, lê mirovên ev komkujî şermezar kirin hatin binçavkirin."

Akdenîz da xuyakirin, ku ew ê ti carî ser li ber hêzên li pişt vê komkujiyê ne netewînin û wiha dewam kir: "Çawa ku me ji bo rêwiyên xewn û xeyalan ên li Pirsûsê hatin kuştin daxwaza edaletê kirin, em ê ji bo mirovên li Reîna hatin kuştin jî edaletê bixwazin."

'SEDEMA KOMKUJIYÊ, KONSEPTA ŞER E'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Gulsum Agaoglû jî anî ziman, komkujî êdî weke bûyereke ji rêzê tên nîşandan û pêşî li nerazîbûnê tê girtin. Agaoglû diyar kir, dîrok xwe dubare dike û destnîşan kir, ji ber israra AKP-Qesra Erdogan a di konsepta şer de, rewş gihîştiye vê astê. Têkildarî binçavkirina sosyalîstan Agaoglû got, "Tiştekî ecêb e. Dema mijar sosyalîst bin, helwesta wan di cih de diguhere." Agaoglû xwest binçavkirî derhal bên berdan û got, "Em ê her li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Çalakî piştî axaftina Sila Kaymak ji SGDF û Denîz Bakir ji Ajansa Nûçeyan a ETHA'yê, bi qîrîna dirûşman qediya.