Li Bûrsayê 4 rêveberên HDP'yî hatin girtin
Di serdegirtinên roja Înê de ku li ser nûnertiyên HDP'ê yên taxên Emek û Cûmalî Kizik û navçeya Yenîşehîr û Yildirimê hatin lidarxistin, 4 HDP'yiyên hatin binçavkirin hatin girtin.
Di serdegirtinên roja Înê de ku li ser nûnertiyên HDP'ê yên taxên Emek û Cûmalî Kizik û navçeya Yenîşehîr û Yildirimê hatin lidarxistin, 4 HDP'yiyên hatin binçavkirin hatin girtin.
Di serdegirtinên roja Înê de ku li ser nûnertiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên taxên Emek û Cûmalî Kizik û navçeya Yenîşehîr û Yildirim hatin lidarxistin, 4 HDP'yiyên hatin binçavkirin, hatin girtin.
Hevserokê navçeya Yildirim a HDP'ê Mehmet Kocaman, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yenîşehîr Rahmî Dogrûyol, Nûnerê HDP'ê ya Taxa Degîrmenonû Yakûp Bîlîcî û Nûnerê HDP'ê yê Taxa Emek Nevzat Demîr, di saetên sibehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. 4 reveberên HDP'yî yên ku ji aliyê dozger ve sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîdaya "Propagandakirinê" hatin girtin.