Hollande: Fransa wê li dijî DAIŞ'ê li gel Iraqê be
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, piştî ku bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm re rûnişt, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, piştî ku bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm re rûnişt, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hollande got, "Piştî ku DAIŞ hat qedandin, em ê di nava karên ji nû ve avakirina Iraqê de cihê xwe bigirin."
Hollande ku tevî şandeyekê îro hat paytexta Iraq Bexdayê, li Qesra Selam bi Fûad Mehsûm re rûnişt. Di vê hevdîtinê de Operasyona Mûsilê, rewşa ewlekariyê ya herêmê û têkiliyên navbera her du welatan hatin nirxandin.
Li dû hevdîtinê her du Serokkomaran civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin. Mehsûm li vir axivî û got, "Serokkomarê Fransayê cara duyemîn e tê serdana Iraqê. Ji bo peydakirina desteka navneteweyî ji bo Iraqê û serxistina şerê li dijî DAIŞ'ê, Hollande gelekî hewl da."
Mehsûm diyar kir, li ser têkoşîna li dijî terorê li Parîsê konferansek hate lidarxistin û di vê konferansê de desteka navneteweyî ya ji bo Iraqê hatiye garantîkirin. Mehsûm got, "Fransa wê di şerê dijî DAIŞ'ê de hê bi xurtî destekê bide hêzên Iraqê û cihê xwe di nava ji nû ve avakirina Iraqê de bigire."
HOLLANDE: EM Ê TEVLÎ KARÊN JI NÛ VE AVAKIRINÊ BIBIN
Hollande jî got, "Berî 2 salan ez hatim Iraqê. Iraq ji aliyê ewlekariyê ve di rewşeke nebaş de bû û gelek herêmên wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin. Piştî vê serdanê, dema vegeriyam Parîsê me civîneke ewlekariyê lidar xist û biryar dan destekeke navneteweyî bidin Iraqê. Me desteka xwe ya ji bo Iraqê eşkere kir. Rewşa Iraqê niha baştir e û hêzên ewlekariyê gelek herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
Para Fransayê di vê serketina hêzên Iraqê de heye, ku li dijî DAIŞ'ê bi dest xistiye. Em dibêjin, em bi gelê Mûsilê re ne û piştî ku DAIŞ hat qetandin em ê cihê xwe di nava karên ji nû ve avakirina Iraqê de bigirin."