Hin ji komên 'mûxalîf' hevdîtinên beriya Astanayê sekinandin
Gelek komên ku dihat plankirin beşdarî danûstandinên li paytexta Kazakîstan Astanayê bibin, pêşhevdîtinên di vî warî de sekinandin.
Gelek komên ku dihat plankirin beşdarî danûstandinên li paytexta Kazakîstan Astanayê bibin, pêşhevdîtinên di vî warî de sekinandin.
12 komên ku dibêjin ser bi Artêşa Sûriyeya Azad in, îdîa kirin ku agirbesta berî 5 rojan li Sûriyeyê hat ragihandin ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye xerakirin. Van koman di danûstandinên Astanayê de hişyarî dan.
Di daxuyaniya 12 koman de hat îdîakirin, rejîmê li herêma Wadî Barada ya li nêzî paytextê agirbest binpê kiriye û hat gotin, "Eger êrîş bi vî rengî dewam bikin, ew ê pêşhevdîtinên beriya danûstandinên li Astanayê bisekinînin."
Tê plankirin ku civîna bilind a li Astanayê ji bo danûstandinên Cenevreyê yên 8'ê Sibatê bibe gaveke pêşî. Ji ber ku tenê di garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê de tê kirin, şensê xwe yê serketinê nîne.