Li Bedlîsê polîsan jina ku tundî li ser hebû kire ajan

Jina bi navê S.K ku par li Betlîsê zewicî û bi sedema ku hevserê wê tundiyê lê dike serî li qereqolê da, weke şahida dozên siyasî derkete holê. Li gorî îfadeyên ku S.K dayî, gelek hevserokên bajêr ên HDP’ê û DBP’ê û hevşaredar hatin binçavkirin.

S.K ku sala çûyî li Bedlîsê zewicî ji ber sedema ku hevserê wê tundî lê kiriye, xwe sparte Midûriyeta Emniyetê ya Norşînê. Polîsên ku agahî bi dest xistin ku ew S.K gelek caran çûye HDP-DBP’ê, li gorî îdîayê ku ew li ser HDP’yî û DBP’yiyan bide dewlet wê, wê biparêze û wê ji hevserê wê xilas bikin. S.K ku ev tekflîf qebûl kir serbest hate berdan û  ji nav HDP’ê, DBP’ê agahî da polîsan.

BI DEHAN KES HATIN GIRTIN

S.K li ser hevserê xwe û gelek kesan da. Li ser van îfadeyan hevşaredarên Norşînê M. Emîn Ozkan, Sureya Ata, Hevseroka Bajêr ê HDP’ê Namîme Avras, Hevserokên Şaredariya Bedlîsê Nevîn Daşdemîr, Huseyîn Olan û bi dehan kes hatin girtin.

Hevşaredarên ku li gorî îfadeya S.K ku gotî, "min bi çavê xwe dît ku pere dane rêxistinê" bi nivîsa peywirdarkirina Walîtiya Bedlîsê li gel ku hate ispatkirin ku li Enqerê jî bûn, dadgehê biryar li ser girtina wan da.

PARÊZER: EM NIZANIN BÊ KA ÎFADEYA WÊ ÇAWA STANDINE

Parêzerên ku li dosyayê dinerin jî gotin: "Em nizanin bê ka çawa îfadeya wê standine. Agahî nedane me parêzeran. Ji ber ku dosya veşartiye em bi kitekitan nizanin. Lê îfadeya miroveke wiha wê ne rast be. Piştî ku li ser dosyayê biryara veşartinê hate rakirin em ê daxuyaniya hewce ji raya giştî re parve bikin."